Dewleta Tirk pêkanîna tetbîqatên nû li perava Qibrisê ragihand

Dewleta Tirk ruxmî gefên Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo ferzkirina cezayan li ser wê, ragihand ku ew ê ji şemî heta duşemê tatbîqatên deryayî li nêzî peravên Qibrsê pêk bîne.

Dewleta Tirk pêkanîna tetbîqatên nû li perava Qibrisê ragihand
12 îlon, 2020   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk bi rêya nameyekê li ser (NAFTEX), Pergala Teleks a Deryayî ya navneteweyî diyar kir ku dê rahênanên leşkerî li perava Sadir Akbar Koy li bakurê Qibrsê pêk bîne.

Ev yek piştî hişyariyên serokên dewletên başûrê Ewropayê ku ew amade ne piştgiriya cezayên YE`yê yên li dijî dewleta Tirk bikin, heke Enqere ji diyalogê xwe da alî, pêk hatin. Dê ev mijar rojên 24 û 25`ê Îlonê careke din di lûtkeya Yekitiya Ewropayê de werin gotûbêjkirin.

Sedema rageşiya di navbera dewleta Tirk, Yewnanistan û Qibrsê de girêdayî jêderên hîdrokarbon û hegamoniya deryayî li rojhilatê Deryayê Spî ye. Ev jî metirsiyên rûdana şerekî dijwartir nîşan dike.

 (şx)