Rejîma Îranê werzîşvanek darve kir

Li gorî çapemeniya Îranê, îro werzîşvanê bi navûdeng ê Îranê Neqîd Efkarî ku demekê bibû rojeva rêxistinên mafên mirovan hate darvekirin.

Rejîma Îranê werzîşvanek darve kir
12 îlon, 2020   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dada ya  Îranê ya li parêzgeha Farisê darvekirina kesekî bi sûcdariya kuştina Zîndanî Edil Ebadî Şîraz ragihand. Çapemeniya Îranê eşkere kir ku ew kesê hatiye darvekirin werzîşvanê bi navûdeng ê Îranê Neqîd Efkarî ye.

Parêzerê malbata Efkanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku darvekirina Neqîd Efkarî hatiye piştrastkirin û ji malbata wî re jî hatiye gotin.

Neqîd Efkarî û du birayên xwe yên din bi hînceta tevlîbûna xwepêşandanên par ji aliye hêzên Îranê ve hatin girtin. Piştî ku cezayê darvekirinê lê hate birîn, bû rojeva rêxistinên mafên mirovan. Xwestin ku cezayê wî neyê pêk anîn. Duh jî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty İnternational) li ser mijarê hişyarî dabû.