Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê merasîma xiyabî ya şehîd Silêman Hesen(Rûstem Cudî) re ku di encama bombebarana artêşa Tirk li ser herêma Heftanînê de gihaşt asta şehadetê, li dar xist.

Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
Merasîma şehîd Silêman Hesen li Dirbêsiyê hate lidarxistin
12 îlon, 2020   11:43
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Dirbêsiyê û endamên saziyên sivîl beşdarî konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG`ê Silêman Hesen bûn. Kon li gundê Xenamiyê hat vegirtin, bi wêneyên şehîd û rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Merasîm bi deqak rêzgirtinê dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihmed Xetîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha axaftina xwe domand: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên azadiyê ditewînin, ew şehîdên tevahî gelên ku hîn jî di din zilim û zordariyê de ne."

Paşê bi navê QSD`ê Hisên Koçer axivî û îşaret bi wateya şehadet û girêdana wê bi erd û civakê re kir.

Hisên Koçer di dawiya axaftina xwe de soz da gelê herêm û malbata şehîd ku ew ê şopdarê rêya şehîdan bin, parastina xak û destkeftiyan bikin.

Li aliyekî din jî li ser navê malbata şehîd meta şehîd, Evîn Hesen axivî û destnîşan kir ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sozdar Mihemed wesîqeta şehadetê xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fcdCOFlG6eo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>