​​​​​​​Li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema tomarkirina mufadeleyê hate dirêjkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema tomarkirina li ser mufadeleyê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta dawiya roja pênşemê, 24`ê Îlona 2020`an dirêj kir.

​​​​​​​Li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema tomarkirina mufadeleyê hate dirêjkirin
12 îlon, 2020   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 25`ê Hezîranê ve deriyê tomarkirina xwendekaran li ser mufadeleyê vekir û heta 15`ê Îlonê wekî roja dawî hate diyarkirin.

Îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema tomarkirina xwendekaran li ser mufadeleyê li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dirêj kir û xwendekar dikarin  heta roja pênşemê 24`ê Îlona 2020`an navên xwe tomar bikin.

Li gel vê dîroka testên nivîskî, ezmîna hevdîtinê û perwerdeya sala xwendinê ya 2019/2020’an jî hate guhartin.

(eh)

ANHA