Hêzên Iraqê 4 serçeteyên DAIŞ`ê kuşti

Hêzên hevbeş a artêşa Iraqê li herêma Samura bi rêya operasyonekê 4 serçeteyên DAIŞ`ê kuştin.

Hêzên Iraqê 4 serçeteyên DAIŞ`ê kuşti
12 îlon, 2020   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Artêşa Iraqê ragihand ku duh li herêma Samura 4 serçeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Şaneyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên hevbeş a artêşa Iraqê li herêma El-Ferhatiyê ya Samura bi rêya kemînekê 4 serçeteyên DAIŞ`ê ku ji wan dudiyan rextên bombebarkirî li xwe kiribûn, kuştin.

Hêzên Iraqê duh jî li bajarê El-Şerqat ê parêzgeha Selah El- Dîn serçeteyekî DAIŞ girtin.

)oh)