Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola jinan di beşa tenduristiyê de xurt kir

Beşdarên konferansa 1’emîn a tenduristiyê ya taybetiya jinan diyar kir ku rejîmên kapîtalîst hewl da rola jinan di civakan de biçewisîne, dûrî beşa tenduristiyê bihêle û bixe xizmeta rejîmên xwe. Lê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha pêşketina beşa tenduristî û aktîfkirina rola jinan di tenduristiyê de xebitî.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola jinan di beşa tenduristiyê de xurt kir
12 îlon, 2020   08:30
QAMIŞLO

Îro di konferansa 1’emîn a tenduristiyê ya jinan ku li hola Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar ketiye de, 120 endamên ku di warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, amade bûn.

Raperîn Hesen li ser hedefên lidarxistina konferans û encamên wê got, jinan di dîrokê de piştgirî da vedîtin û çêkirina dermanên ji xwazayê, her wiha çavdêriya li ser tedawîkirina nexweşan bû, ji ber ku wê malbat û civaka derdora xwe bi rê ve dibir.

Raperîn Hesen wiha domand: "Rejîmên kapîtalîst hewl da rola jinan di civakan de biçewisîne, dûrî beşa tenduristiyê bihêle û bixe xizmeta rejîmên xwe. Lê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha pêşketina beşa tenduristî û aktîfkirina rola jinan di tenduristiyê de xebitî."

Raperîn Hesen wiha da zanîn: "Şoreşa Rojava mîna bersiva li dijî metoda rejîmên kapîtalîst bû. Şoreşa Rojava di danîna pergala demokratîk de ku tevahî çînên civakê beşdarî bûn, bi ser ket. Beşa tenduristiyê di merheleya nû de vejî, her wiha rola jinan di tedawîkirin û çavdêriya li ser tenduristiyê de dîsa aktîf kir."

Di berdewama axaftina xwe de Raperîn Hesen wiha pê de çû: "Dewletên pêşketî dîsa azar kişandin û li hember pandemiya vîrusa Koronayê ya li tevahî cîhanê belav bûye, aciz bû."

Raperîn Hesen bal kişand ser beşa tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek azar di encama şerê li herêmê de kişandin. Lê beşa tenduristiyê pêngav bi pêngavê aktîf bû. Her wiha tevî astengiyan jî, lê Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm piştgiriyeke baş da mecalê tenduristiyê.

Raperîn Hesen wiha bi dawî kir: "Jin di zanîna malbat û civakê de ji aliyê tenduristiyê de pêşeng bû. Bi rêjeya ji sedî 80 di sazî û navendên tenduristiyê dixebite û rola aktîf di tenduristiyê de lîst."

Li aliyekî din jî Nora Icêl ji Dêrazorê ye, lidarketina konferansê pîroz kir û hêvî kir ku jê biryarên ku xizmeta jinan di warê tenduristiyê bike bên dayîn, her wiha destnîşan kir ku jin bênavber di aliyê tenduristiya giştî de xebitîn.

Nora Icêl wiha bi dawî kir: "Hêza jinan a hundirîn heye û dikarin bigihîjin astên herî bilind. Her wiha hêvî kir ku ji vê konferansê biryarên ku piştevaniya xurtkirina rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, bên dayîn."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/317SoWAT6rQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>