Rojnameyên Erebî: Şerê tesfiyekirinê di navbera çeteyên dewleta Tirk de

Rojnameyên erebî îro behsa şerê tesfiyekirinê ya di navbera çeteyên dewleta Tirk de li Sûriyê, zêdebûna asta rageşiya leşkerî ya dewleta Tirk li Deryayê Spî û aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên Erebî: Şerê tesfiyekirinê di navbera çeteyên dewleta Tirk de
12 îlon, 2020   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: PARÇEBÛN Û ŞERÊ TESFIYEKIRINÊ DI NAV CEBHET EL-NUSRA DE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di vê dawiyê de ji ber rûdana gelek bûyerên bilez, êdî şer di nav Heyet Tehrîr El-Şam a terorîst de diyar bûye. Ev şer guhertinên ku li ser asta vê rêxistinê çêdibin û bera wê di aloziya Sûriyê de ber ku ve ye xuya kir.”

Rojnameyê wiha domand: “Ji destpêka lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de li bakur rojavayê Sûriyê girêdayî Idlibê, herêmên bêçek û agirbestê de, her wiha di navbera komên çekdar û hêzên hikumeta Sûriyê de, serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Ebû Mihemed El-Colanî hewl dide li ser asta derve xwe careke din bide pêş û ji hundir ve hewl dide dijberên xwe reş bike.

Ji dema girtina serçeteyê vê rêxistinê Ebû Malik  El-Telî di meha borî de, êdî xwe bi xwe bihev ketine.

Li gorî rojnameyê; girtinên ku di nava rêxistina terorîst de çêdibin, nîşaneyên mezinbûna rageşiyê di nava rêxistinên terorîst de li Sûriyê ye. Li gel şerê tesfiyekirina gelek serçeteyên rêxistinê ku berpirsên wan bûyeran heta niha nehatine eşkerekirin, hemû Colanî tawanbar dikin ê ku hewl dide xwe weke zilamê herî bi hêz li bakurê Sûriyê nîşan bide.

EL-EREB: ARTÊŞA DEWLETA TIRK, ERDOGAN BER BI ŞERÊ LEŞKERÎ YA BI EWROPAYÊ VE DIKIŞÎNE

Der barê dewleta Tirk de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Zêdekirina asta rageşiya domdar ji hêla dewleta Tirk ve li dijî Ewropayê, israra artêşa wê ji bo şerekî li rojhilatê Deryayî Spî ku dibe di demeke nêz de rû bide, destnîşan dike. Nexasim ku Ewropa serhişkî nîşan da, ev yek di helwestên Fransa û Yewnanistanê de yên ku tevgerên dewleta Tirk ên derqanûnî ji bo derxistina petrol û gaza xwezayî li ser hesabê dewletên herêmê, bi taybet Yewnanistanê, red dikin, diyar e.“

ŞERQ EL-EWSAT: TRUMP; LIHEVKIRINA AŞTIYÊ DI NAVBERA BEHREYN Û ÎSRAÎLÊ De

Têkildarî pêşxistina têkiliyên di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de, rojnameyê wiha nivisî: “Behreyn û Îsraîlê li hev kir ku têkiliyên di navbera xwe de pêş bixin. Ev yek piştî mehekê ji lihevkirina dîrokî ya di navbera Îmarat û Îsraîlê de pêk hat. Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li Koşka Spî bi beşdarbûna alîkarên wî yên peyabilind, ev lihevkirin ragihand.

EL-EREB: PIŞTÎ PEYAMÊN FRANSA YÊN CIDÎ NÎŞANEYÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA LUBNANÊ

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê nivîsand:" Asta peywendiyan di navbera aliyên siyasî yên Lubnanê de ji bo avakirina hikumeta nû di çend saetên dawîn de zêde bû. Ev jî îşaret bi derfeta ragihandina hikumeta nû di çend rojan de dike.”

(şx)