Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike

Malbatên şehîdên Helebê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin rejîma Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike.

Malbatên şehîdan: Dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê qanûnan binpê dike
12 îlon, 2020   07:05
HELEB- HENAN MIHEMD

Desthilata Tirkiyê tecrîdeke girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz kiriye. Daxwazên malbat û parêzeran ên hevdîtinê red dike.

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên cûda tê şermezarkirin û daxwaza azadkirina wî têne kirin.

Malbatên şehîdan ên Helebê nerazîbûn nîşanî tecrîdê da û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî tecrîdê şermezar kir.

Bavê şehîd Tohildan Sîpan û Cûdî Sîpan, Şehyan Şêxo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em dev ji rêberê xwe bernadin. Çimkî wî rêya azadiyê nîşanî gelên bindest daye û banga rizgarkirina tevahî xaka Kurdistanê yên dagirkirî kir. Ji bo parastina xaka ku bi xwîna zarokên me hatiye avadan em ê bê teredud kezeba xwe bidin."

Şêxo destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e, çawa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji çeteyên dagirekriya Tirk rizgar kirin, dê asta berxwedanê bilind bikin heta rêbertî ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin.

Dayika şehîd Birûsk, Neîma Horo bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî kiryarên nemirovî yên desthilata Tirkiyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: "Em tecrîda girankirî ya li dijî rêbertî red dikin. Rêxistinên têkildarî mafên mirovan hîna di xewa xwe de ne. Em malbatên şehîdan heta dilopa dawî ya xwînê em ê berxwedana xwe ji bo azadiya rêbertî dewam bikin."

Xwişka şehîd Aydil, Nebîh Henan diyar kir ku qanûnên li Tirkiyê ferzkirina tecrîdê li girtiyên siyasî qedexe dike, lê Tirkiyê bi ferzkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan qanûn derbas kirine.

Nebîh Henan got: "Em dev ji doza xwe bernadin, dewleta Tirk rêbaz û planên qirêj bi kar bîne ji bo ku gelê Kurd ji doza wê dûr bixe, lê em ji bo parastina doza xwe heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadiya rêberê me em ê kezeba xwe bidin."

Nebîh di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bike û dawî li tecrîdê werine û rêbertîyê azad bike.

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/2O2FbnB3_N0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>