Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer destnîşan kir ku divê gelê Sûriyê bi rêya diyalogê li hev bike ku bi şêwazeke rê li pêşiya mudaxeleyên derve digire û aloziya Sûriyê dûrî planên derve çareser dike.

Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire
Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire
Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire
Emîne Omer: Diyalog rê li pêşiya mudaxeleya derve digire
11 îlon, 2020   12:26
HESEKÊ

Panela ku MSD`ê li bajarê Hesekê bi dirûşma “Ber bi kongreyeke neteweyî ve ji bo şêniyên Cizîr û Firatê” li dar xistiye, bi gotûbêjkirina mijara duyemîn a panelê didome.

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer behsa civîn û kongreyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir û got: “Civînên ku li dar ketine û heta niha li dar dikevin, hemû tu çareserî ji aloziya Sûriyê re nedîtin. Ji ber ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê tev lê nebûn, bi taybet pêkhateyên Bakur û Rojhilat Sûriyê.”

Emîne îşaret pê kir ku MSD`ê ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî bi tevlêbûna tevahiya gelê Sûriyê gelek civîn li dar xistin û bang li aliyên opozîsyona demokratîk hemû kirin ku tev lê bibin. Emîne da zanîn ku MSD`ê bi rêya wan civînan gihaşt gelek perspektîfên çareserkirina aloziyê.

Her wiha Emîne Omer di nava axaftina xwe de bal kişand ser ku MSD`ê civînên xwe derbasî derveyî herêmê kirin û gelek civîn li derve bi opozîsyonê re li dar xistin. Hemû jî bi pêwîstiya lidarxistina kongreyeke neteweyî ji bo hêzên opozîsyona demokratîk tacîdar bûn. Emîne diyar kir ku ew hewldan ji ber belavbûna vîrusa koronayê rawestîn û dê dîsa li dar bikevin.

Emîne got: “Di encama hevdîtinên bi partî û hêzên opozîsyona demokratîk ên Sûriyê de, em bi Partiya Vîna Gel re li Moskovê gihaştin lihevkirinekê. Me pergala siyasî ya ku dê li Sûriyê pê were, pergala desthilatê, mafên pêkhateyên din ên li welêt, rêbaza birêvebirina welêt û teşeya Rêveberiya Xweser û pêşeroja wê, taybetmendiya Hêzên Sûriya Demokratîk û rola wê di pêşerojê de diyar kirin.”

Emîne di berdewama panelê de piştrast kir ku ew xebatên xwe ji bo pêkanîna diyalogê bi tevahiya aliyan re didomînin û wiha domand: “Ev panel di vê çarçoveyê de li dar dikeve û dê temam bibe heta ku kongreyeke neteweyî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê li dar bikeve. Ev cure panel û têkiliyên bi tevahiya çînên civakê re gelek pêwîst e ji bo ku rêveberiya herêmê bi pêş bikeve. Ev rêveberî di encama fedakariyên bêhempa ên gelê herêmê de ava bû.”

Têkildarî diyaloga bi hikumeta Sûriyê re Emîne got: “Li herêmê gelek hevdîtin bi hikumeta Sûriyê re çêbûn. Me hewl da bigihêjin lihevkirinekê ku xizmetê welêt dikin. Lê helwesta hikumetê ya hişk rê li pêşiya van hewldanan girt.”

Emîne destnîşan kir ku hikumeta Sûriyê nebû alîkar ku bigihêjin çareseriyên ku hemû alî jê razî bin. Ji ber wê hevdîtin bi bin ketin û negihaştin asta diyalogê tenê di çarçoveya hevdîtinan de man. Di encamê de MSD`ê tê gihaşt ku hikumeta Sûriyê qebûl nake bikeve diyaloga Sûrî-Sûrî ya ku bûye astengiya bingehîn li pêşiya çareserkirina aloziya welêt.

Der barê diyalogên Kurdî-Kurdî de Emîne Omer da zanîn ku însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji hêla gelek aliyên siyasî ve bi erênî hate nirxandin, bi taybet aliyên Kurd û got: “Ev însiyatîf ji bo yekitiya Kurdan gelek pêwîst e. MSD vê gavê erênî dibîne û dê bandor li tevahiya aliyan bike ji bo ku tevahiya aliyên siyasî di bin sîwaneke siyasî de ava bikin ku xizmeta gelê Sûriyê bike.”

Emîne di panelê de piştrast kir ku diyaloga Kurdî-Kurdî ku niha pêk tê, ne li ser hesabê pêkhateyên din e lê belê dê sûd li tevahiya pêkhateyên herêmê bike û yekitiya axa Sûriyê li gorî biryara 2254’an biparêze.

Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de behsê kir ku li gel nakokiya li welêt divê gelê Sûriyê li hev bikin û dehf bidin çareseriya siyasî bi şêwazekê ku dêriyê li pêşiya mudaxeleyên derve bigire. Her wiha çareseriyekê dûrî planên derve peyda bike.

Panel hîna berdewam e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lVj4m6kIqVs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>