YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist

Yektiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê (YNKS) bi dirûşma konfransa xwe ya çaremîn, li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist
YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist
YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist
YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist
YNKS`ê konfransa xwe ya çaremîn li dar xist
11 îlon, 2020   12:01
QAMIŞLO

Konferans bi tevlêbûna 50 delegeyan û bi hazirtiya endamên Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê HRRK`ê, Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Desteya Çandê ya herêma Cizîrê dest pê kir.

Hola konferansê bi wêneyên nivîskar, rewşenbîr û helbestvanê Kurd hate xemilandin. Destpêkê Fewaz Osê endamê komîteya rêveber a YNKS’ê axivî giyanê şehîdan silav kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Piştî rêzgirtinê hevserokê Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Ilyas Sîdo axivî û li dar xistina konferansê pîroz kir û hêviya parastina gel ji rewşenbîran kir û got: "Pêwîst e nivîskar bibe mertal li hemberî ew kesên ku bîrdoziya şehîdan û şoreşê bê wate dikin, lê dîsa hêviya me bi nivîskar û rewşenbîrên me pir mezin e ku wê bikarin bi rola xwe ya kurdî rabin û mafê gelê xwe mîsoger bikin."

Piştre hevserokê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava yê Kurdistanê HRRK`ê Welîd Bekir jî axivî û got: "Divê nivîskar û rewşenbîr bikarin zimanê kurdî û çanda kurdî xurt bikin.”

Bekir diyar kir ku divê rewşenbîr û nivîskar li kêleka şervanan bi pênûsa xwe bisekinin û bi azad bi pênûsa xwe serpêhatiyên şervanan binivîsin.

Her wiha hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûda Mexso axivî û daxwaza hevgirtinê ji rewşenbîran kir.

Tê payîn ku di konferansê de rêziknameya yekitiyê were nîqaşkirin.

(sb) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GulXGL3GEoo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>