Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e

Xebatên konferansa yekemîn a tenduristiyê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bername û nîqaşên karkeran ên têkildarî astengiyên li pêş wan di beşa tenduristî û kêmaniyên wê de, berdewam in.

Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
Konferansa tenduristiyê ya jinan bi nîqaşên karkeran berdewam e
11 îlon, 2020   12:48
QAMIŞLO

Vê sibehê Konferansa yekemîn a tenduristiyê ya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Jina tendurist, çavkanî û hêza jiyana tendurist e" li bajarokê Rimêlanê bi beşdariya 124 endaman dest pê kir.

Endamê rêveber a Kongreya Star Remziye Mihemed lidarketina konferansê pîroz kir û got: "Jin li tevahî qadan tê koşiyan, jê jî qada tenduristiyê ye ku di dîrokê de wê çêkirina derman, baldariya li ser civak û tenduristiyê keşf kiriye."

Remziye Mihemed wiha domand: "Rola jinan di aliyên tenduristî û xizmetguzariya civakê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mezin e, her wiha beşdarî qadên şer bû ku şervanan tedawî bike û hin jê jî gihaştin asta şehadetê."

Piştî axaftina Remziye Mihemed, rapora salane ya Desteya Tenduristiyê ya taybet bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin. Li pey wê, nîqaşên beşdar û karkerên tenduristiyê dest pê kir. Her wiha nêrîn û pêşniyarên xwe der bare rêziknameyê de eşkere kirin û astengiyên li pêşberî wan jî nîşan dan.

Tê payîn ku di dawiya konferansê de meclisa tenduristiyê ya taybet bi jinên karker ên warê tenduristiyê bê avakirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4vx-j7Gb1bE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>