​​​​​​​Bi milyonan dolar dikeve xezîneya herêma Başûrê Kurdistanê… lê belê?

Ji ber siyaseta şaş a PDK`ê şêniyên herêma Başûrê Kurdistanê ber bi aloziyeke aborî ve diçin. Desthilata herêmê ji sedî 20 ji petrola Iraqê serwer dike û 6 dergehên sînor jî di bin kontrola wê de ne.

​​​​​​​Bi milyonan dolar dikeve xezîneya herêma Başûrê Kurdistanê… lê belê?
11 îlon, 2020   07:01
NAVENEA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Li Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta PDK`ê ku dendara 17 trilyon dolarê karmandên xwe ye anku ji derdora 20 Trilyon dînarê Iraqê ye, ji ber vê metirsiya aloziyeke aborî mezin heye.

PERGALA HILGIRTINA MÛÇEYAN

Hikumeta Herêma Kurdistanê ji Sibata 2016`an ve dest bi hilgirtina mûçeyan kir, ew jî di navbera ji sedî 15 û heta ji sedî 75 bû, paşê di 2018`an guhartin tê de çêkirin û bû ji sedî 10 heta ji sedî 30, lê têkildarî pêkanîna vê sîstemê yan armanca pêkanîna wê hikumetê tu biryarên fermî ranegihandin.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê îsal tenê fonên 3 mehan dan karmendan, ji ber vê hêrsa gelê Başûr rabû û li dijî desthilata herêma Kurdistanê xwepêşandan li dar xistin. Destpêka meşê 25`ê Tebaxê bû û di meşê de karmendan û pêşmergeyan banga veguhastina fonên wan ji Wezareta Darayî ya Iraqê re kirin û bi nave "Gavên çaksaziyê" a ku hikumeta herêmê ragihandibû ji sedî 21 ji fonên wan qut kirine.

Li gorî hikumeta herêma Kurdistanê ew di qeyraneke aborî re derbas dibe û bêyî qutkirinê nikare fonên karmandên xwe bi awayekî sîstematîk bide wan.

Çavdêr dibêjin ku aloziya aboriyê û siyasî ya ku herêma Kurdistanê tê re derbas dibe ji ber gendeliya li herêmê ye û piştî Nêçîrvan Barzanî bû serokê herêmê zêdetir herêm kete nav aloziyê, ev jî tê wateya ku çîna hakim ji bo avakirina desthilatê xebitîn, ne ji bo avakirina dewletê. 

PEREYÊN FIROTINA PETROLÊ

Hin raporên behs kir ku herêm ji sedî 20 ji petrola Iraqê difiroşe, lê kes nizane ev pere bi ku ve diçe, têkildarî vê endamê Bloka Partiya Guhartinê Kawa Mihemed di civîneke çapemeniyê sala 2017`an de gotibû ku Kurdistan ji sedî 20 ji petrola Iraqê difiroşe û li hemberî vê tu kes nizane ku ev pere bi ku ve diçe û heke xêr û bêra herêmê bi awayekî pergalkirî were belavkirin dê tevahiya karmendan fonên xwe bistînin û krîza aborî nediqewimî.

Rojnemevan û şîrovekarê siyasî Kadar Qado got ku Başûrê Kurdistanê bi petrol û gaza xwe tê naskirin, li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê cihê wê girîng e û heke van pereyan ji bo projeyên siyasî, rizgarî û civaka Kurdistanê bi kar bîne dê ji bo Kurdan rêyeke xurt û aktîf be.

MEHANE 370 MILYON DOLAR DIKEVE QASEYA BAŞÛR

Mehane derdora 370 milyon dolar ji petrol û madeyên wê yên hundirîn dikeve qaseya herêma Kurdistanê, der barê vê endamê Komîteya Maliyê ya Meclisa Parlamantoya Iraqê Xalib Mihmed berî niha ji dezgehên çapemeniyê yên Iraqê re gotibû ku heta niha hikumeta herêmê pereyên firotina petrolê nexistiye qasên hikumetê û heke bixe qasan jî bi gelekî kêmî vê hejmarê ye, ev nîşaneya ku pere heke lê nakeve xizmeta welatiyan û hikumeta herêmê ne hikumeta ku mirov karînên herêmê radestî wê bike.

‘XÊR Û BÊRA BAŞÛR DIKEVE XIZMETA MAFYAYÊ’

Xalib Mihmed bal kişand ser ku pereyên hikumeta herêmê werdigire dikeve xizmeta hin mafyatên ku xêr û bêra herêmê serwer dikin û îdîaya hikumeta herêmê ku ew deyndara şîrketên petrolê, bankan û welatiyan e îdîayeke derew e ji ber hikumet petrol difiroşe ne dikire.

Xalib Mihmed da zanîn ku li tu dewletan çênebûye ku hikumeta wê petrola xwe hinarde bike û dewlet deyndara şîrketên petrolê çêdikin û welatiyên wê piştî 29 salan ji hikum bê petrola spî, ne gaz, kehrebe, av, rê û xizmetguzariyan be.

Têkildarî vê nuqteyê ajnasa Sedîm a Rojnameyên Belcîkayê Brussels-Bruxells li ser zimanê çavkaniyên bankake Swisreyê di dawiya 2016`an di raporeke der barê mal û milkên malbata Barzanî de got ku mal û milkên malbata Barazanî 600 milyar dolar e û li tevaya bankên li derveyî  Iraqê ne nexasim li Swisreyê û rojnameya Balcîkayê kifş kir ku male Mesûdê Barzanî tenê 372 milyar e.

PEREYÊN DERGEHÊN SÎNOR SALANE DERDORA 16 MILYAR DOLAR DIKE

Derveyî petrola li herêma Kurdistanê heye 6 dergehên bazirganiyê-bejahî yên bi dewleta Tirk û Îranê re heye û ji sedî 50 pêwîstiyên Kurdistana Iraqê ji madeyên xwarinê û madeyên wekî alavên erebeyan, derman û kel û pelan dabîn dike, li gel van gelek kel û pelên ku Iraqê werdigire ji dewleta Tirk û Îranê ne.

Girîngtirîn dergehên herêma Başûrê Kurdistanê yê bi Îranê re; dergeha Hec Umran, Başmûx, Perwîz Xan, Kermik û dergehên biçûk ku ji bo veguhastina rêwiyan û kel û pelan e ew Keylî, Şoşemsî, Tewîlê, Şêx Salih û Beştê ne.

Dergehên bi Tirkiyê re jî yê yekemî deriyê Îbarahîm Xelîl e ku deriyê bazirganiyê ye û di sala 2019`an de nirxên pevguhartina bazirganiyê derdora 5 milyar dolar kir û deriyê duyemîn jî Serzîrî ye.

Hecimê veguhastina bazirganiyên bi rêya van dergehan salane di navbera 12 heta 16 milyar dolar e.

Rojnemevan Kawa Qadir got ku mixabin bikaranîna fikira aboriya serbixwe û firotina petrola xav beyî vegera li Iraqê û firotina ne yesayî hişt ku aboriya serbixwe lawaz bibe û niha jî di destên şirketên petrolê de ye û navên wan ne baş in, ji ber tenê çend kesên li ser hikum sûdê ji petrol dikin.

(eh)

ANHA