Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn ber bi dawîbûnê ve diçin

Berpirsên Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya navneteweyî amadekariyên pêşendana fîlman didomînin. Komîteya berpirsyar dest bi wergerandina fîlmên ku dê di mîhrîcanê de werin pêşendan, ji her du zimanên Kurdî û Erebî, kir.

Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn ber bi dawîbûnê ve diçin
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn ber bi dawîbûnê ve diçin
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn ber bi dawîbûnê ve diçin
Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn ber bi dawîbûnê ve diçin
11 îlon, 2020   06:59
ŞEHBA-MÎDYE HENAN-FÎRAS ÎBRAHÎM

Komîna Sînema Avrîn a kantona Efrînê amadekariyên lidarxistina Mîhrîcana Lêlûn a Sînameyê ya navneteweyî didomîne. Tê payîn ku mîhrîcan di 21`ê Îlonê de li dar keve.

Komîna Sînema Avrîn 58 fîlm ji bingeha 2 hezar û 200 fîlman li gorî rojên Berxwedana Serdemê ya Efrînê pejirandin. Niha dika ku dê film li ser werin pêşendan tê amadekirin. Her wiha film ji her du zimanên Kurdî  û Erebî re têne wergerandin.

Cangîn Ebdo endamê rêveberiya mîhrîcanê ye di vî warî de got: “Em niha di qonaxên dawîn ên amadekariyên mîhrîcanê de ne. Em niha fîlman werdigerînin her du zimanên erebî û kurdî.”

Derbarê fîlmên ku tev li mîhrîcanê bûne de Cangîn Abdo got: “Gelek film ji Rojava, Îran, fîlmên bi zimanê Suryanî, Iraq û dewletên Ewropayê tev li mihrîcanê bûne. Em wan fîlman ji komîteya berpirs re rêdikin da ku fîlmên serkeftî vebirêjin.”

Ebdo der barê, komîteya ku fîlmên serkeftî diyar dikin de (jurî) got: “Ev komîte ji 7 kesan pêk tê. Ji ber belavbûna vîrusa Korona em bi rêya enternetê bi wan têkilî datînin.”

Komîte dê sê xelatan bide, yek a fîlmên dirêj, fîlmên kurt û ya belgefîlm.

Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Zîlan Silêman destnîşan kir ku ew fîlman werdigerînin her du zimanên Erebî û Kurdî û heta saetên dirêj kar dikin da ku karê xwe di dema pêwîst de xilas bikin. Her wiha diyar kir ku hindek maye amadekarî bi dawî bibin û heta niha derdora 20 fîlm wergerandine.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5RaJW0Nbnfg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>