Konferansa Yekemîn a Jinan a Tenduristiyê li der dikeve

Xebatên Konferansa Yekemîn a Jinan a Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Jina tendurist, çavkanî û hêza jiyana tendurist e" dest pê kir. Konferansa li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar dikeve.

Konferansa Yekemîn a Jinan a Tenduristiyê li der dikeve
11 îlon, 2020   07:12
QAMIŞLO

Hola Navenda Aram Tîgran bi wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û şehîdên Heyva Sor a Kurd û tenduristiyê hat xemilandin.

Xebatên konferansê bi beşdariya 124 endamên tenduristiyê, mêvanên ji saziyên civaka sivîl dest pê kir.

Dê di konferansê de, axaftina destpêkê, perspektîfn rêber Abdullah Ocalan ji jinan re û rapora salê ya tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêzikname werin xwendin. Dûre nîqaş dest pê bikin, biryarên konferansê werin dayîn û meclisa tenduristiyê were avakirin.

)fr(

ANHA