Zarokên Ebu Sira di bin xetereya topbarana dagirkeran de mezin dibin

Şêniyên gundê Ebu Sira roj û şevên xwe di nav xetereyeke mezin de derbas dikin û bi israr in ku di malên  xwe de bimînin û dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe qebûl nakin.

Zarokên Ebu Sira di bin xetereya topbarana dagirkeran de mezin dibin
Zarokên Ebu Sira di bin xetereya topbarana dagirkeran de mezin dibin
Zarokên Ebu Sira di bin xetereya topbarana dagirkeran de mezin dibin
Zarokên Ebu Sira di bin xetereya topbarana dagirkeran de mezin dibin
11 îlon, 2020   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber li derdora Eyn Îsayê berdewam dikin, bi taybet li gundewarên derdora rêya M4 ku bi armanca girtina wê rêyê. Gundên Dibis, Xalidîye û Hoşan, her wiha gundê Ebu Sira ji wan gundên li ser rêya M4 in.         

Gundê Ebu Sira li başûrê rêya M4 dikeve, di wî gundî de pêkhateyên Kurd û  Ereb dijîn. Gelek caran top û obusên dagirkeran li navenda gund dikevin, şênî û zarokên ku di gund de dijîn, gelek metirsî li ser wan hene lê tevî wê jî qebûl nakin ku dagirkerî axa wan dagir bike.

Yek ji zarokên gundê Ebu Sira Rodî tevî temenê xwe yê biçûk yê 10 salî, dibêje: "Dema ku ez  li ber pezê xwe bûm Tirkan top avêtin, lê ez netirsiyam. Ji ber ku ez dizanim ku ez di gundê xwe de me. Çi bibe jî ez ji gundê xwe dernakevim.”

ANHA