​​​​​​​Sûcên li dijî herêmê zêde dikin da ku dagirkeriya xwe berfireh bikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe li herêmên ku dagir kirine zêde kirine da ku şêniyên resen tengav bikin û wan neçarî koçberiyê bikin. Bi vê hewl didin herêmên di bin dagirkeriya xwe de berfireh bikin û hebûna xwe li Sûriyê mayinde bikin.

11 îlon, 2020   03:04
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Di demên dawî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya saziyên xwe ya îstîxbaratê (MÎT), sûcên revandina sivîlan zêde kirine, bi rêya şantajê, fidyeyê li wan ferz dike. Ev gav ji bo neçarkirina şêniyan tên kirin da ku dev ji mal û milkên xwe berdin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de, MÎT'a Tirkiyê bi beşdarbûna çeteyên girêdayî wê, 139 sivîl û 19 jin ji gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Di nava 3 mehan de 22 sivîl, di nav de 6 jin di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha bûyerek tecawizkirina jinekê û neçarkirina wê bi zewicandina bi çeteyekî re hate belgekirin.

MAL Û MILKÊN SIVÎLAN TALAN DIKIN

Leşkerên artêşa Tirk a dagirkerên li deverên Efrînê yên dagirkirî dest danîn ser tevahî milkên şêniyên ku koçber bûne û yên ku mane.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dagirkeran li navçeya Şiyê û Mabatayê jî dest danîn ser berhemên simaq, rez, gûz û bihîv ên şêniyan û difroşin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Dar Gir ê navçeya Şerayê, 20 hezar darên zeytûnan ên bi temam desteser kirin û firotin bazirganan. Her wiha şêniyan neçar dikin ku berhemên mewsim bifroşe bazirganên ku ew dixwazin û 5 hezar lîreyên Sûrî ji bo her dareke zeytûnan a bi temem ferz dikin.

Li navçeya Cindirêsê çeteyên navê "Hereket Nûredîn El-Zingî" li xwe dikin, taxek bi temamî bi 56 mîlyon lîreyên Sûrî (25 hezar dolar) firotin çeteyên "Ehrar El-Şerqiya".

GIRTÎGEHÊN LI EFRÎNÊ

Li kantona Efrînê, hejmarek mezin a girtîgehên dagirkeran hene ku tê de sûcên dermirovî li dijî sivîlan tê kirin. Her komeke çete li cihên ku dagir kirine, girtîgeh vekirine. Li aliyekî din jî girtgehên veşartî yên girêdayî MÎT'ê hene ku serçeteyên ji herêmên cûda yên Sûriyê bi rê ve dibin yên ku dîroka wan bi kuştin û sûcên hovane li dijî sivîlan dagirtî ye.

Girtîgeha çerxerêya Kawa, yek ji girtîgehên herî xeternak ên îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ne. Ev nav lê hatiye kirin ji ber ku nêzî çerxerêya Kawayê Hesinkar a nêzî geraca Efrînê ye. MÎT di van girtîgehan de lêpirsînê bi sivîlan dikin û wan sewqî Tirkiyê yan jî girtîgeha Raco, yanî gundê Meydan Ekbisê dikin.

Kesên ku ji girtîgeha çerxerêya Kawayê derketin ji ANHA'yê re diyar kirin ku di vê girtîgehê de 4 lêpirsîner û efserên Tirk hene. Ji wan çete Ebû Heyder, Ebû Ereb, Ebû Sayir û Ebû Ziyad tên naskirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku beriya lêpirsîn dest pê bike çete madeyên hişbirê didin girtiyan da ku ne li ser hişê xwe biaxivin, bi taybet ev yek li dijî jinan tê kirin.

Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku di vê girtîgehê de bi fermana MÎT'ê jin têne tecawizkirin û kiryarên herî hovane têne kirin. Her wiha destnîşan kirin ku gelek jin di rewşeke nayên wesifandin di girtîgehê de welidîne.

Kesekî din ku ji girtîgeha navçeya Racoyê reviya got, serçeteyek jê re got, ''Ev hemû kiryar û sûcên li dijî niştecihên resen têne kirin da ku şênî mal û milkên xwe terk bikin, ji ber ku şênîyan hîna fam nekirine, em vê peymanê ji wan re rê dikin."

GUHERTINA DEMOGRAFÎK

Dagirker, dixebitin ji bo ku nasnameya resen a Efrînê biçewisînin û dagirkirina xwe li Efrînê û herêmên din ên dagikirî yên bakurê Sûriyê bisepînin.

Dewleta Tirk a dagirker, kantona Efrînê veguherandiye navenda kombûna çeteyên Sûrî û yên biyanî. Ji Efrînê çeteyan dişînin dewletên din wekî Lîbya, Yemen û Azerbaycanê. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ev yek piştrast kir.

Dagirkeran, piraniya dibistan û deverên dîrokî yên Efrînê veguherandin baregehên leşkerî û girtîgehên êşkencekirina niştecihên resen.

Dibistana Amadehî ya Bazirganiyê veguherandin, girtîgeha çeteyên "Polîsên leşkerî", dibistana Feysel Qedûr jî veguherandin baregeha hêzên taybet ên Tirkiyê, Girê navçeya Cindirêsê jî bûye mezintirîn baregehên Tirkiyê li herêmê.

Dewleta Tirk, malbatên çeteyan li malên sivîlan bi cih kirine û şêniyên resen tengav dikin da ku wan neçarî koçberiyê bikin.

Li kêleka van, darên bi temen dibirin û li şûna wan kampan ji bo malbatên çeteyan ava dikin da ku hebûna çeteyan û hêzên dagirker li ser xaka Sûriyê mayînde bikin.

ANHA