Kongreya Star: Li Tirkiyê zêdebûna rêjeya kuştina jinan nîşaneyeke xeternak e

Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya Kongreya Star a Lubnanê sûcên li dijî jinan şermezar kir û ragihand ku hejmara bûyerên qetilkirinê zêde dibe û ev xetere ye û divê rêxistinên jinan bi erka xwe ya mirovî rabin û sînorekî ji van êrişan re deynin.

Kongreya Star: Li Tirkiyê zêdebûna rêjeya kuştina jinan nîşaneyeke xeternak e
10 îlon, 2020   09:12
LUBNAN

Di demên dawîn de li Tirkiyê sûcên li dijî jinan û qetilkirina jinan zêde dibin, li hemberî van sûcan desthilata dewleta Tirk bê deng e û rojane li hemberî êrişên dewleta Tirk protesto têne lidarxistin.

Têkildarî mijarê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Star a Lubnanê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Li Tirkiyê bi awayekî xeternak bûyerên qetilkirina jinan zêde dibin, li gel vê bûyerê tundiya AKP`ê li dijî jinan dide meşandin jî di asta herî jor de ye û gihaşt asta ku desthilata mêran bi hincetên tirsnak tundiya li dijî jinan rewa dibînin.

Êrişên jin pê re rû bi rû dimînin nîşaneya hovîtî û asta kiryarên dewleta Tirk dide meşandin, ji ber vê yekê li dijî jinan bi giştî û jinên banga azadiyê û demokratiyê dikin bi taybet siyasetek tê meşandin.

Dewleta Tirk li ku dibe bila bibe destkefiyên jinan dike armanc, heta mînaka hevserokatiyê jî rastî gef û êrişan tê û hewldana derbekirina sembolên jinên berxwedêr dike, ji van sûcên hovane, sûcê ku li dijî şehîd Hevrîn Xelef hate meşandin, ev jî isbata xetereya vê siyasetê ye.

Li gel bi sedan siyasetmedar û çalakger têne girtin, di girtîgehan de rastî tundirîn cureyên îşkenceyan tên, bi van êrişan hewl didin vîna girtiyan tune bikin û AKP komele û rêxistinên jinan ên parastina mafên jinan digire.

Em jî wek Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star a Lubnanê sûcên li dijî jinan şermezar dikin û bang li rêxisitnên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku li hemberî van êrişan bi erka xwe mirovî û exlaqî rabin û parastina mafên jinan bikin, li gel vê sînorekî ji sûcên AKP`ê li dijî jinan dimeşîne, deynin."

(eh)

ANHA