ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2020`AN
9 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê daxuyand ku tecrîd vîna gelê Kurd dike hedef û qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Her wiha destnîşan kir ku rola kapîtalîzmê jî di tecrîdê de heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Kobanê dûrxistina nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrê ya Sûriyê, şermezar kirin û tekez kirin ku heke kesayetên nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê dikin beşdar nebin, ew endamên komîteya sazkirina destûrê bi tu awayî qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê destnîşan kir ku propogendayên derbarê bicihbûna dewleta Tirk li ser sînor, di çarçoveya siyasetên tirsandin û guhertina demografiya herêmê de pêk tê. Şêniyan destnîşan kirin ku ev siyaset wan natirsîne, ji ber ku ew xwediyên erd in û ji dagirkeran re nahêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê parêzgeha Reqayê Abdullah El-Şiblî destnîşan kir ku erka partiyê ya belavkirina têgeha demokrasiyê li bajarê Reqayê ne erkeke hêsan e lê pêkan e. Her wiha piştrast kir ku hevgirtineke xurt di navbera partiyê û Rêveberiya Xweser ku serkeftina xwe li seranserê herêmê û taybetî li Reqayê îspat kir de, heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko got: "Tirkiyê bi destwerdana xwe yên li derve, rola talanker dilîze û bi êrişên xwe yên li ser Heftenînê hebûna kurdan dike hedef." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Koperatîfên girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a herêma Cizîrê di radeya yekemîn de xizmeta şêniyan dikin û asta berhemdariya herêmî bilind dikin. Bi koperatîfan ruhê hevkariyê di nava jinan de xurt dibe û aboriya wan pêş dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Di demên dawî de bi rêjeyeke mezin xîtabên nîjadperestiyê li dijî welatiyên Sûriyê yên li Tirkiyê zêde bûn. Ev gef û gur hin caran gihîştin asta kuştinê. Li gel vê tawanên rojnamevan û çalakvanên Sûrî yên li dijî siyasetmedar û muxalifên Tirk ku rola neyinî dilîzin, diyardeya sûcên nijadperestiyê zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Cihên dîrokî û muzexaneyên li seranserê herêmên Sûriyê di aloziya ku 2011`an de dest pê kiriye, hati rûxandin, hinek cih hatin talankirin û binpêkirinên mezin li dijî mîrasê şaristaniyê û dîrokî yê Sûriyê ku dîroka Sûriyê bi giştî temsîl dike, pêk hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Milyon û sed hezar lître mazot gihiştiye bajarê Dêrikê û herêma Beravê. Mazot bi rêya kartên malbatê li şêniyan tê belavkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA