Emîn Elîko: Heftanîn berxwedana hebûna Kurd e

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko got "Tirkiyê bi destwerdana xwe ya li derve, rola talanker dilîze û bi êrişên xwe yên li ser Heftanînê hebûna Kurdan dike hedef."

Emîn Elîko: Heftanîn berxwedana hebûna Kurd e
10 îlon, 2020   06:26
HELEB –MIHEMED EBDO – ARIF SILÊMAN

Têkildarî serdana dawî ya serokê Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê û hewldanên lawazkirina însiyatîfên yekitiya neteweyî ya Kurdan, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko ji ANHA'yê re axivî.

Elîko di destpêka axaftina xwe de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybet êrişên li ser herêma Heftanînê kir û got: "Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk êriş dike. Ev berdewama rêzeêrişên di salên borî de ye. Dewleta Tirk di hundir de di aliyê siyasî û aborî de tevlihev bûye. Bi giştî siyaseta AKP'ê ya hundirîn û siyasetên wê yên bi dewletên derve re mîna Sûriye, Iraq, Misir, Lîbya û Yewnanistanê tevlihev bûye. Tirkiyê di şexsê Erdogan de îro rola talanker dilîze, ku rojane gefan li civaka Ewropa, Ereb û kurdan dixwe. Em dikarin bêjin ku êriş encamên têkçûna Erdogan di hemû aliyan de ye.”

Têkildarî îdiayên Erdogan ên keşifkirina gazê di Deryaya Spî de, Elîko got: "Ya balkêş derewên wî yên pir in, bi taybet ên li civaka Tirkiyê dike. Erdogan îdia dike ku gaz li Deryaya Spî dîtiye, ev îdia li civakan veşartî ne. Erdogan dike ji kendêl bikeve."

ARMANCA ÊRIŞÊN LI SER KURDISTANÊ

Elîko bal kişand ser armancên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi taybet êrişên li ser Heftanînê û got: "Ji ber windahî û binkeftinên AKP'ê, artêşa Tirk û çeteyên wê careke din êrişî Başûrê Kurdistanê û Heftanînê kir."

Elîko diyar kir ku armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftanînê ne wekî ku îdia dike, şerê terorê an partiyekê ye, lê armanca rasteqîn parçekirina Kurdistanê û bidawîkirina hebûna Kurd e.

Emîn Elîko îşaret bi helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî kir û diyar kir ku rola PDK’ê û helwesta wê ya ji êrişan re cihê pirs û gumanê ye û weha got:  “Çimkî îro em dibînin ku bi dagirkeriya Tirk re hevkar û şirîk e. Gel însiyatîfan ji bo pêkanîna yekitiya kurdî bi pêş dixe lê helwesta wê şêlo ye û xwe nade ber berpirsyariyê. Heke na, rola wê erênî ba wê dê siyaseta xwe ya li Başûrê Kurdistanê di ber çavan re derbas bikira û li pey hev serdana Enqereyê nekira. Ji serdanê giringtir naveroka serdanê ye. Ma ne divê daxuyaniyek ku dilê raya giştî ya kurdî têr bike der barê serdana xwe de bidaya?"

Elîko got: "Erdogan ji ber ku tengijîye, banga rayedarên PDK'ê dike da ku jê bixwaze ku êrişên wê yên li dijî îradeya gelê Kurd bi giştî û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi taybet rewa bike."

Têkildarî berxwedana HPG'ê ya li Heftanînê, Elîko daxuyand: "Heftanîn berxwedana hebûnê û berxwedana gelê Kurd e. Erdogan li Heftanînê têk çûye, lê hewl dide vê têkçûna xwe di warê siyasî de dagire. Beriya du rojan ragihand ku operasyona leşkerî bê encam bi dawî bû. Ev tê wateya ku Heftanîn bi ser ket."

Elîko di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî, bi taybet PDK'ê kir ku di nava hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdî de cih bigire."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/l7hl3TCf0pY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>