Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Heftenînê bi meşekê li navçeya Dirbêsiyê hatin şeremzarkirin. Di meşê de bang li hikumeta Herêma Kurdistanê hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkeve.

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Heftenînê li Dirbêsiyê hatin şermezarkirin
9 îlon, 2020   17:47
HESEKÊ

Bi pêşengtiya Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê, meşek ji bo şeremzarkirina êrişên dewleat Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî meşê bûn.

Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir û li kolanên sereke dewam kir. Di meşê de alên Kongreya Star û posterên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan. Her wiha pankartên "Ji bêdengiya navdewletî ya li hemberî sudden dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd re na", "Faşîmza dewleta Tirk gefê li ewlehiya cîhanê dixwe" û "Bi hev re em li dijî terorê bisekinin" hatin vekirin.

Meşvanan diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û silavkirina berxwedana Heftenînê berz kirin.

Meş li ber navenda Kongreya Star rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Endama rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Zeyneb Murad êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heftenînê şermezar kir û got: "Li gel êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, em dibînin ku serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyê û hevdîtinê bi Erdogan re dike."

Zeyneb diyar kir "Tirkiyê PKK'ê dike hincet da ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn dagir bike."

Zeyneb Murad bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberê êriş û zêdegaviyên dewleta Tirk şeremzar kir.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fwDaffXsPxk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>