​​​​​​​Eyşe Hiso: Divê hemû jin li hemberê êrişan bisekinin

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso got, Hevrîn û Zehara dara zeytûnê ya ku sembola aştiyê ne temsîl dike û bang li hemû jinan kir û li dijî êrişên ku jinan dike hedef bisekinin.

​​​​​​​Eyşe Hiso: Divê hemû jin li hemberê êrişan bisekinin
9 îlon, 2020   18:11
KOBANÊ

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Eyşe Hiso di kongreya 4'emîn a Kongreya Star a kantona Kobanê de axivî.

Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Hevrîn û Zehra du darên zeytûnan e ku ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatin avdan."

Eyşe Hiso, bang li jinan kir ku li hemberî kesên ku hewl didin vîna jinan bikin hedef, bisekinîn û li hemberî astengiyan destekê bidin hev.

Hevseroka PYD'ê got: "Dewleta Tir  dagirekr piştî ku êrişên wê yên leşkerî li hemberî têkoşîna jinan têk çûn, di dema dawî de bi şerê xwe yê taybet hewl dide jinan bike hedef. Li ser vê yekê, jinên azad û yên pêşeng ên ku îradeya gel temsîl dikin qetil kirin. "

Eyşe Hiso, bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên li Tirkiyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Hîna bi dehan jin di girtîgehên dewleta Tirk de ne. Dewleta dagirker hewl dide gelê Kurd û jinan qir bike."

Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên cîhanê kir ku li hemberî êrişên plankirî yên li ser jinan bisekinin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/115pdUN74AY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>