Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin

Bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jin misoger bikin", Kongreya Star konferansa xwe ya 4'emîn li ser asta kantona Kobanê li dar xist.

Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
Konferansa 4'emîn a Kongreya Star a Kobanê hate lidarxistin
9 îlon, 2020   17:29
KOBANÊ

Konferans li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi beşdarbûna 150 delgeyên ji hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe yên kantonên Kobanê û Girê Spî li dar ket.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Siwêd axivî û bal kişand ser êriş û binpêkirinên hovane yên li dijî jinên li Efrîn û Serêkaniyê. Evîn Siwêd diyar kir ku armanca êrişên li ser jinan şikandina vîna jinan û bidawîkirina Şoreşa Rojava ya bi pêşengtiya jinan e. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk jinên têkoşer mîna Zehra û Hevrîn Xelef dike hedef, ji ber ku ji îradeya jina azad ditires.

Evîn Siwêd got, wê têkoşîn bersiva van êrişên hovane bike.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî jî. Eyşe Hiso banga piştgiriya jinan kir û got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Heke em bixwazin destekê bibin vê şoreşê divê em destekê bibin jinan û destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin."

Di konferansê de, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê rol û têkoşîna jinan de hatin xwendin.

Xebatên konferansê bi nîqaşkirina rapora xebatên kongreyê dewam kir. Tê de rewşa rêxistinî û perwerde hatin nîqaşkirin. Her wiha banga bilindkirina asta têkoşînê û tolhildana ji jinên têkoşer hate kirin ên ku bi destê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, mîna Hevrîn Xelef, dayika Eqîde, dayika Emîne, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl hatin kuştin.

Di konferansê de gelek pêşniyar hatin kirin da ku di konferansa giştî de werin nîqaşkirin. Ji wan;

-Azadiya Rêber Apo, erka mirovî û exlaqî ye, dikeve ser milê jinan.

- Destekdayîna bi Hêzên Parastina Civakî û Hêzên Asayîşê bê kirin ji ber ku nûnerên parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava ne.

-Divê komîn werin aktîvkirin da ku erkên xwe bi rêk û pêk bi cih bînin.

-Pêngavên fêrkirina xwendin û nivisandinê werin berdewamkirin.

-Pêngavên hişyarkirinê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan werin berdewamkirin.

-Pêngavên danasîna qanûnên taybet ên jinan werin berdewamkirin.

-Hemû komîteyên şaredarî û navçeyan werin birêxistinkirin.

-23'ê Hezîranê wekî roja bilindkirina asta têkoşînê li hemberî êrişên ku jinên berxwedêr dikin hedef, were nîşandan.

-Dewreyên perwerdeyê ji bo zilaman werin vekirin.

-Ji bo ku tu jin bê rêxistin nemîne, pêngavên serdana jinan werin lidarxistin.

-Komîteyeke taybet ji bo zarokan were avakirin ku li ser projeyên wan bisekine.

-Têkoşîna azadiya jina were xurtkirin.

Piştre, koordînasyona Kongreya Star hate hilbijartin ku ji 5 endaman pê tê. Her wiha rêveberên komîteyên; Perwerde, Parastin, Edalet, Aborî, Tenduristî, Şaredarî, Civakî û Kevana Zêrîn hatin hilbijartin.

Di dawiyê de, cîgira Desteya Jin a Herêma Firatê Rozerîn Mihemed encamnameya konferansê xwed.

Rozerîn Mihemed got: "Di konferansê de, rewşa rêxistinî ya Kongreya Star, komîteyên wê û xebatên wê yên di nava du salan de hatin nirxandin. Beşdaran behsa kêmasî, xalên lewazbûnê û astengiyên ku li pêşiya xebatên kongreyê derdikevin kirin. Her wiha mijarên wekî rewşa jin, pêşxistina xebatên wê û şerê taybet hatin nîqaşkirin.

Hate gotin ku li hemberî êrişên ku li ser herêmê têne kirin, bi taybet êrişên li ser herêma Firatê divê asta têkoşîna gelê şoreşger were xurtkirin. Her wiha teqez li ser pêngavên rizgarkirina herêmên dagirkirî hate kirin. Hate diyarkirin ku divê sûcên li dijî hevalên di rêveberiya Kongreya Star de  Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîna Mihemed Weysî werin belgekirin û wekî sûcên şer ên ku dewleta Tirk pêk tîne werin nîşandan û pêşkêşî qadên navdewletî were kirin."

ANHA