Mackenzie: Dê DYA 2 hezar û 200 leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne

DYA`yê ragihand ku ew ê di çend heftiyan de zêdetirî sê ji yek ji hejmara hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Mackenzie: Dê DYA 2 hezar û 200 leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne
9 îlon, 2020   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora CNN`ê diyar kir ku Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Kenneth Mackenzie gotiye: "Dê di çend heftiyan de DYA bi hikumeta Iraqê û hevkarên  wan yên di koalîsyonê de şêwiran pêk bîne û  koordîne bike û dê sê ji yek ji hêzên xwe  yên li Iraqê vekişîne. "

Mackenzie da zanîn ku hejmara hêzên Amerîkayê di meha Îlonê de dê ji 5 hezar û 200 leşkerî dakeve 3 hezar leşkerî.

Mackenize destnîşan kir ku hêzên li Iraqê bimînin dê di têkoşîna bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê yên li Iraqê û misogerkirina têkbirina wan de, alîkariya hêzên ewlekariyê yên Iraqê bikin.

(eh)