Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî

Şêniyên bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi însiyatîfekê ji bo ji nû ve amadekirina dibistanên herêmê ku ziyan dîtine, hemleyek da destpêkirin.

Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî
Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî
Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî
Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî
Li Hecînê hemleya restorekirina dibistanên ziyandîtî
9 îlon, 2020   13:48
DÊRAZOR

Bi armanca başkirina rewşa perwerdeyê û vegera şagirtên bajarokê Hecînê ji dibistanên xwe re, îro şêniyên herêmê bi însiyatîfekê ji bo ji nû ve amadekirina dibistanên herêmê ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de hatine rûxandin an ziyan dîtine, hemleyek dest pê kir.

Roja yekê ya hemleyê li dibistanên Zewiye Hecîn û Hecîn Weset dest pê kir, ku her du dibistanên navborî piştî ku DAIŞ`ê wekî cihên belavkirina firkên tundrew bi kar tanî, ji xizmetê derketibûn.

Piştî ku zêdetirî 3 hezar xwendekar li dibistanê perwerde dibûn, çeteyên DAIŞ`ê ew dibistan wekî baregeh bi kar tanîn û ji ber wê yekê bi temamî hatin rûxandin.

Li bajarokê Hecînê 38 dibistan hene ku 3 ji wan nîv rûxandî ne û yên mayî bi temamî hatine rûxandin. Ji ber vê yekê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê sala par hejmareke mal kirê kirin da ku xwendekar lê xwendina xwe dewam bikin.

Ev însiyatîf piştî derketina piraniya dibistanan ji xizmetê û zêdebûna hejmara xwendekarên ku di sala par a xwedinê de bi ser ketine, pêk hat.

Têkildarî hemleyê çavdêrê li ser kar Ehmed El-Şecîf got: "Şêniyan ev hemle da destpêkirin û dê heta amadekirina hemû dibistanan li gorî derfetên xwe hemleyên bi vê rengî dewam bikin."

El-Şecîf wiha domand: "Heke dibistan bi temamî neyên amadekirin, dê zarokên me ji perwerdeyê bêpar bimînin. Ji ber ku îsal ji ber vegera piraniya şêniyan ji herêmên ku koçber bûbûn, hejmara xwendekaran zêdetir bûye."

Hêjayî gotinê ye ku şêniyên bajarokê Hecînê ji beriya hefteyekê ve ji bo paqijkirin û ji nû ve amadekirina aliyê hatiye rûxandin ê Nexweşxaneya Giştî ya bajarok, hemleyek dest pê kiribûn.

ANHA