Desteya Aborî û Çandiniyê mekanîzmaya belavkirina tov diyar kir

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku dê tovê genim bi nirxê hatiye diyarkirin bidin cotkaran û navendên belavkirina tov li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Desteya Aborî û Çandiniyê mekanîzmaya belavkirina tov diyar kir
9 îlon, 2020   13:09
REQA

Desteya Aborî û Çandiniyê giştînameyek ragihandibû û tê de îşaret bi dema belavkirina tov li cotkaran li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya her herêmekê, kir.

Der barê vê yekê de hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo behsa mekanîzmaya belavkirina tov û navendên wê kir û got her sal ji bo kirîna genim û para her herêmekê planek heye.

Selman Barûdo got: "Qada çandiniyê ji qadên bingehîn ên li herêmê ye, nexasim hilberîna genim ji ber jêdara xwarinê ye û ji madeyên stratejîk e."

Têkildarî kalîteya tovên ku dê li cotkaran werin belavkirin, Barûdo destnîşan kir ku kalîteya tovên dê li cotkaran werin belavkirin ji kalîteya tov baş e.

Selman Barûdo di nava axaftina xwe de bal kişand ser ku Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser bi komîteyên çandiniyê, yekitiyên cotkaran û şîrketên pêşxistina civaka çandiyê re têkildarî naskirina para her herêmekê ji tov, rêzecivîn li dar xistine.

Barûdo diyar kir ku navend ji bo belavkirina tovan amade ne û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, her wiha deneznfektekirin û paqijkirina ji bo mewsima 2020-2021`an bi dawî bûye.

Têkildarî çawaniya diyarkirina buhayê tov, hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo eşkere kir ku piştî çend civînên bi aliyên peywendîdar re ev nirx hate diyarkirin û li gorî wê, nirxê tovên denzenfektekirî û paqijkirî û yê di telîsan de, ji bo 360 lîreyên Sûriyê hate diyarkirin. Her wiha tevî ku tovê genim bi 385 lîreyên Sûriyê hate kirîn. Li gel vê jî her kîloyeke tovên di telîsan de, dezenfektekirî û paqijkirî bi 75 lîreyên Sûriyê ye û bi temamî lêçûna kîloyekî gihaşt 435 lîreyan û buhaya ku hatiye diyarkirin tenê ji bo teşwîqkirina cotkaran û alîkariya wan bû.

Di dawiyê de Selman Barûdo piştrast kir ku dê li gorî tedbîrên ku gerînendetiyên çandiniyê zelal kirine, tov li cotkaran belav bikin.

(eh)

ANHA