Şêniyên Dirbêsiyê: Nûçeyên derew ji bo valakirina herêmê tên belavkirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê ji nûçeyên derew, belavkirin tirsê û koçberkirina şêniyan e, ku ew yek şêwazekî şerê taybet e. Şêniyan tekez kir ku ew girêdayî xaka xwe ne û guh nadin van derewan.

Şêniyên Dirbêsiyê: Nûçeyên derew ji bo valakirina herêmê tên belavkirin
8 îlon, 2020   06:20
HESEKÊ- OLVA HEC MANSÛR- BOTAN HISÊN

Dagirkeriya dewleta Tirk û hêzên hikumeta Sûriyê ji çend rojên berê ve hewl didin tevlîheviyê li navçeya Dirbêsiyê û gundên wê belav bike. Ji bo wê nûçeyên derew ên girêdayî niyeta Tirkiyê ku êrişî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bike, li ser malperên tevna civakî belav dike. Ji ber vê yekê rewşeke nearam li herêmê derketiye.

Dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêwazên şerê taybet dimeşîne û hewl dide bi hemû rêbazan û bi bicihkirina sîxuran di nava şêniyan de, fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxîne. Her wiha li dijî şêniyên Hesekê "şerê avê"dimeşîne û niha jî hewl dide tirsê di nava şêniyên navçeya Dirbêsiyê de belav bike da ku herêmê ji şêniyên wê vala bike.

Gelek kanalên ku bi awayekî yekser û neyekser ji bo berjewendiya Tirkiyê û çeteyên wê kar dikin, bi rêya malperên xwe gotin şênî ji tirsa êrişên dewleta Tirk koçber dibin. Girêdayî mijarê, şêniyên navçeya Dibêsiyê piştrast kir ku ew guh nadin van derewan û dê erd û malên xwe ji dagirkeran re nehêlin.

Necwa Mihemed daxuyand ku armanc ji van nûçeyan, belavkirina tevlihevî û tirsê di nava şêniyên navçeyê de ye û got: "Ew hewl didin malên me vala bikin û me bidin koçberkirin. Em niha li navçeyê ne û tiştekî metirsîdar tune ye. Me nedît ku tu kes koçber bûye."

Necwa wiha domand: "Em jiyana xwe asayî derbas dikin. Ji ber ku em dizanin kîjan alî û ji bo çi van derewan belav dike. Ev şerekî taybet e. Em dizanin ku dagirkeriya Tirk li pişt vê yekê ye."

Mesûd El-Elî jî wiha da zanîn: "Nûçeyên hatine belavkirin, ji rastiyê dûr in. Tu bingeha wan tune ye. Em siyaseta Tirkiyê ya li dijî gelên herêmê ku bi rêbazên cuda pêk tîne, baş dizanin."

El-Elî bi domdarî got: "Dewleta Tirk amûrên xwefiroş bi kar tîne da ku derewan di nava şêniyên Dirbêsiyê de belav bike. Armanca vê şerê taybet, tirsandin û koçberkirina gel e."

El-Elî daxuyand ku nûçeyên ku kanalên Sûriyê li ser reva şêniyên navçeya Dirbêsiyê belav dike, ne rast in û got: "Ez şêniyekî navçeya Dirbêsiyê me, min nedît tu kes direve. Berevajî wê, şêniyên Dirbêsiyê berxwedêr in û dê ji ber şerê taybet ê hikumeta Sûriyê û Tirkiyê dev ji xak û mala xwe bernedin."

Şêniyê bi navê Elî Salih jî diyar kir ku divê şênî guh nedin van nûçeyên derew ku kanalên Sûriyê ji bo derxistina wan ji malên wan belav dike û got: "Dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê sûdê ji van derewan digirin. Li vir rewş baş e û şênî jiyana xwe ya asayî dijîn."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FDNebcYIEHE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>