ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2020`AN
7 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi merasîmekê li kampa Serdemê nasnameya 6 şehîdan eşkere dikin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeya Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û piştgiriya berxwedana Heftenînê meşekê li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Zirganê nûçeyên ku dibêjin şêniyan malên xwe terikandine û koçber bûne, derewandin û destnîşan kirin ku ev şerekî çapemeniyê ye û ji bo valakirina herêmê hatiye birêxistinkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê ji nûçeyên derew, belavkirin tirsê û koçberkirina şêniyan e, ku ew yek şêwazekî şerê taybet e. Şêniyan tekez kir ku ew girêdayî xaka xwe ne û guh nadin van derewan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê QSD’ê ya eniya Eyn Îsayê Şervan Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û neheqiyan li dijî gundiyên Eyn Îsayê de pêk tînin, li hemberî vê yekê hêzên QSD`ê wê bê deng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Mehasin a qebîleya El-Cibûr Silêman El-Derwîş tekez kir ku qonaxa heyî li herêmên Dêrazorê nazik û xeternak e ji ber ku hin dewletên herêmî û hikumeta Sûriyê bi rêya belavkirina şaneyan di nava gel de hewl didin fitneyê di navbera hêzên leşkerî û eşîran de derxînin û aramî û îstiqrara herêmê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endama Desteya Serokatî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Narîman Ehmed bal kişand ser hemleyên PDK'ê yên girtina rojnamevan, çalakvan û endamên partiyên siyasî û got: "Xuya ye hemleyên girtinê li ser daxwaza Tirkiyê pêk tê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niyaz Hamîd têkildarî civîna rayedarên PDK’ê û dewleta Tirk got:“Têkildarî êrişa li dijî Şengalê plan hatine danîn. Dixwazin bi çeteyên li Başûr-Rojava re senaryoya sala 2014’an ji bo dagirkirina Şengalê pêk bînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Dimer got: "Gelê Kurd ji serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re, ne razî ye. Diviyabû ku gelek xebat hatiba kirin ku bikeve xizmeta doza kurdî." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Rêveberiya Desteya Jinan a Herêma Efrînê, têkildarî binpêkirina mafên jinan wiha got: "Bi şermezarkirinê dozên jinan li herêmên dagirkirî çareser nabin. Divê li ser binpêkirina peyman û qanûnên girêdayî parastina jinan, bi şêwazên qanûnî zext li dewleta Tirk bê kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera sêyemîn a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê, komxebateke bi navê "Peymana Cedaw ", li hola Pirtûkxaneya Mihemed Menla Xerzîl a Minbicê li dar dixe. Bi heman armancê Meclisa Jinan a Reqayê civînekê li dar dixe, saet 11:00'an. Dîsa Meclisa Jinan a bajarê Qamişloyê daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Malbata dayika Zehra Muslim yek ji wan malbatan e ku hîna ji ber şerê Sûriyê yê ji beriya gelek salan ve, azaran dikişîne. Trajediya wê malbatê bi wendakirina lawê xwe bi dawî nebû, lê belê 3 caran ji herêmekê koçberî herêmeke din bû û niha di rewşeke pir zehmet de rojên xwe derbas dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA