Fermandarekî QSD’ê: Li hemberî sûcên dewleta Tirk em bê deng namînin

Fermandarê QSD’ê ya eniya Eyn Îsayê Şervan Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û neheqiyan li dijî gundiyên Eyn Îsayê de pêk tînin, li hemberî vê yekê hêzên QSD`ê wê bê deng nemînin.

Fermandarekî QSD’ê: Li hemberî sûcên dewleta Tirk em bê deng namînin
8 îlon, 2020   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, piştî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, welatiyên li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê mane bê navber rastî gelek êrişan tên, li beramberî van êrişan jî heta niha welatiyên gundan nerazîbûna xwe li hember dagirkeriya Tirk nîşan didin.

Têkildarî dewamkirina kiryarên hêzên dagirker li dijî sivîlan, fermandarê QSD’ê yê eniya Eyn Îsayê  Şervan Serêkaniyê got tevî kiryarên li dijî gundiyên Girê Spî û Eyn Îsa yên hatine dagirkirin, gel dev ji xaka xwe bernade û li dijî dagirkeriyê ne.

Şervan Serêkaniyê got: "Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, peymana agirbestê di navbera hêzên navneteweyî de hate danîn û hêzên QSD’ê ji gelek gundan vekişî, lê dewleta Tirk a dagirker agirbest pêk neanî û binpê kir."

Şervan Serêkaniyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê her dem gundewarên ku sivîl lê dijîn ên derdora Girê Spî, her wiha rêya M4 topbaran dikin.

Şervan Serêkaniyê di axaftina xwe de bi bîr xist ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ku rêya M4 dagir bikin, ji ber ku girîngiyeke xwe yê mezin heye.

Serêkaniyê di berdewama axaftina xwe de got Rûsyayê li hemberî agirbestê tu helwestên cidî nîşan nedan.

Şervan Serêkaniyê da zanîn ku hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan tu helwestekî cidî li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker nîşan nedan û wiha domand: “Bi ferzkirina qanûna Qeyser li ser Sûriyê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bandor bûn. Ji bo wê gundên li cebheyên şer  dev ji mal û milkên xwe bernadin û rojane rastî êrişên ji aliyê dewelta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên, heman demê de em ê her parastina gelê xwe bikin û wekî hevpeymana ku hatî kirin em ê parastina xak û herêmên xwe bikin”.

'DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE ŞERÊ TAYBET'

Di demên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker şerê taybet di nav gel de dimeşîne, der barê vê mijarê de Şervan Serêkaniyê got: “Dewleta Tirk bingeha wê ji şerê taybet ava bûye. Her wiha dewleta Tirk li dijî şêniyên gundên ku dagir kirine, şerê taybet dimeşîne. Her wiha sîxur û MÎT’a Tirk hişbirê difiroşin şêniyan.”

ANHA