​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye

Şêniyên Zirganê nûçeyên ku dibêjin şêniyan malên xwe terikandine û koçber bûne, derewandin û destnîşan kirin ku ev şerekî çapemeniyê ye û ji bo valakirina herêmê hatiye birêxistinkirin.

​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
​​​​​​​Şêniyên Zirganê: Em di malê xwe de ne û tu kes koçber nebûye
8 îlon, 2020   04:12
HESEKÊ- DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê "Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê" binpêkirinên xwe yên sîstematîk li dijî sivîlên li gund û bajarên kantona Hesekê yên nêzî herêmên dagirkirî, dewam dikin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe bajarê Serêkaniyê dagir kir û gihîştin derdorê navçeya Zirganê ve, sivîl tên hedefgirtin. Ev yek li pêş çavên dewletên garantorên agirbesta ku di 22`ê Cotmeha 2019`an de di navbera QSD`ê, hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker de pêk hatibû, pêk tê.

Di çend rojên borî de, ji ber hin nûçeyên ku dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê ji aliyekî ve û dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyekî din ve metirsî di nava şêniyên navçeya Zirganê de belav bûye. Ew bi vê yekê hewl didin ku şêniyên navçeyê neçarî koçberiyê bikin û herêmê vala bikin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê di nava navçeya Zirganê de geriya û jiyana asayî ya sivîlan şopand. Her wiha têkildarî binpêkirinên domdar û nûçeyên tên belavkirin, nêrînên gelek şêniyên girt.

TOPBARAN RANEWESTIYA!

Şêniyê bi navê Taha Îso dibêje: "Ev ne cara yekê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê topbaran dikin. Ji dema ku ew di dawiya 2019`an de gihîştin derdora navçeyê, bi awayekî rojane navçeyê topbaran dikin."

Îso wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bi topbarana bê ser û ber hewl didin ku herêmê vala bikin."

Îso destnîşan kir ku tevî hebûna hêzên Rûsyayê ku wekî hêza garantor a agirbestê ye û hebûna hêzên hikumeta Sûriyê jî, lê belê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe topbaranê bênavber dewam dikin bêyî ku hêzên garantor dengê xwe bikin. Her wiha di dema topbaranê de hêzên hikumeta Sûriyê ji herêmê direvin."

Her wiha destnîşan kir ku di şer û êrişên li dijî herêm û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, hêzên mezin û garantor bêdeng dimînin."

Îso bang li xelkê herêmê yê li derve kir ku vegerin malên xwe û bajarên xwe, li dijî êrişên Tirkiyê bisekinin û dagirkeran ji erdên xwe derxînin.

PROPAGANDA HEWLDANEKE TÊKBIRINA EWLEHIYÊ YE

Şêniya bi navê Delal Hisên ku ji navçeya Zirganê ye jî, bal kişand ser nûçeyên dawîn ên girêdayî koçberiya şêniyên navçeya Zirganê û got: "Hemû nûçeyên ku behsa koçberiya şêniyên Zirganê û valakirina malên wan dikin, ne rast in."

Delalê wiha domand: "Tevî topbarana bê ser û ber ku em rastê tên jî, lê belê sivîl hîna di malên xwe de ne û tu kes koçber nebûye. Gelek alî hene ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin û şêniyan bitirsînin."

ŞEREKÎ ÇAPEMENIYÊ YE

Delal her wiha destnîşan kir ku propagandaya tê kirin, şerekî çapemeniyê û şerekî taybet e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo xerabkirina derûniya sivîlan pêk tîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EKqGAzWGfQU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>