'Divê gelê Başûr zextê li hikumeta xwe bike da ku li mala kurdî vegere'

Endamê Rêveberiya Zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Dimer got: "Gelê Kurd ji serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re, ne razî ye. Diviyabû ku gelek xebat hatiba kirin ku bikeve xizmeta doza kurdî."

'Divê gelê Başûr zextê li hikumeta xwe bike da ku li mala kurdî vegere'
8 îlon, 2020   02:19
KOBANÊ

Di demekê de ku li dijî êriş û polîtîkayên aliyên dijber bangewaziyên gelê kurd ji bo pêkanîna yekitiya netewî zêde dibin, Serokê Herêma Kurdistanê beriya çend rojan serdana Tirkiyê kir. Ev yek bi awayekî eşkere dijminahiya wî ya ji kurdan re diyar dike.

Endamê Rêveber ê Zanîngeha Kobanê Ebdulrehman Dimer li ser mijarê got: "Ev serdan ji bo gelê Kurd ne cihê raziyê ye, bi taybet di vê dema hestiyar de ku Serokê Herêma Kurdistanê biçe dewletekê ku bi şev û roj li dijî Heftenîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişan pêk tîne. Gel qebûl nake mîna van tawîzan bide."

Dimer destnîşan kir ku heke rastiya vê serdanê ji bo şermezarkirina êrişên rojane yên li dijî gelê Kurd be, dê cihê wê di dilê kurdistaniyan de hebe û got: "Lê divê em bêjin ku rastiya vê serdanê berevajiyê daxwaza civaka kurdî tê."

Dimer got: "Hin siyasetmedar û rewşenbîr ne ji gelê Kurd, dibêjin ku di demekê de ku Nêçîrvan Barzanî xwarinê bi Erdogan û Çavuşoglu re dixwe, balafirên Tirkiyê êrişî gelê Kurd dike. Ev rastiyeke cihê şermezariyê ye. Serdaneke wiha di vê demê de ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin. Me hêvî dikir ku tiştekî din bihate kirin ku xizmeta gelê Kurd bike."

Ebdulrehman Dimer piştrast kir ku serdan û xîtabên Çavuşoglu yên di demekê de ku aliyên kurdî yên xwedî bandor hewl didin yekitiya kurdî pêk bînin nakevin xizmeta doza kurdî.

Dimer bi domdarî got: "Li şûna ku hewl bê dayîn ku yekitiya netewî ya kurdî bi lez were avakirin, armanca serdanê zêdekirina asta êrişên li ser gelê Kurd e. Ev êriş bi koordîneya hevbeş a di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de pêk tê."

Li ser pirsa çima Nêçîrvan Barzanî serdana Heftenînê nake û encamên êrişên Tirkiyê bibîne, Dimer got: "Me hêvî dikir ku biryara wî be û karibe biçe Heftenînê, berxwedana li wir bibîne, bi vê rêbazê dê xizmeta doza kurdî bêtir bike."

Ebdulrehman Dimer bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku zextê li hikumeta herêmê bike da ku vegera mala kurdî û dûrî berjewendiyên partiyetî yên teng kar bike û got: "Ji ber ku ev nêzîkatî nakeve xizmeta doza Kurd, lê dikeve xizmeta dijmin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L512wfSsDyU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>