Li Kobanê komxebateke girêdayî şerê taybet li dar dikeve

Li Kobanê komxebateke li ser şerê taybet dest pê kir. Tê payîn ku du rojan bidome. Gelek kesayetên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên Rêveberiya Xweser ên herêma Firatê û rewşenbîr tev lê bûn.

Li Kobanê komxebateke girêdayî şerê taybet li dar dikeve
Li Kobanê komxebateke girêdayî şerê taybet li dar dikeve
Li Kobanê komxebateke girêdayî şerê taybet li dar dikeve
4 îlon, 2020   10:00
KOBANÊ

Îro komxebata fikrî li Hola Ronîwar a li bajarê Kobanê bi tevlêbûna kesayetên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên rêveberiyê û gelek rewşenbîran dest pê kir.

‘Şerê taybet, armanc û amûrên wê çi ne?’, sernava mijara komxebatê ya îro ye û ji hêla Idrîs Nasan ve tê dayîn. Her wiha mijarên ragihandinê ji hêla Delîl Efrîn ve û Tabûra Pêncan ji hêla Narîn Temo ve tên dayîn.

Sibê civîna dawîn a komxebatê dê li dar bikeve.

(şx)

ANHA