​​​​​​​Sergey Lavrov di hefteya bê de serdana Sûriyê dike

Çavkaniyên dîplomatîk ên rojavayî ragihand ku dê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hefteya bê de serdana Şamê bike.

​​​​​​​Sergey Lavrov di hefteya bê de serdana Sûriyê dike
4 îlon, 2020   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan piştrast kir ku dê di serdana Sergey Lavrov de behsa têkbirina terorê, nîqaşa birêvebirina Sûriyê der barê encamên xebata komîteya destûrê de û lêkolîna dosyaya herêmên rojhilatê Firatê bê kirin.

Serdana dawîn a wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di destpêka Sibata 2012’an de bû.

Lavrov beriya çend rojan bi şandeya MSD’ê re piştî muzakereya lihevkirinê bi Partiya Vîna Gel li ser çareseriya siyasî hat îmzekirin, civiya.

(fr)