Şêniyên Qamişloyê kêfxweşiya xwe der barê biryara têkildarî jeneratoran de eşkere kir

Şêniyên Qamişloyê kêfxweşiya xwe der barê  danîna alava hejmartina li ser jeneratoran de diyar kir. Ji lew re şêniyan  ev yek bi gaveke erênî nirxand ku dikeve xizmeta tevan.

Şêniyên Qamişloyê kêfxweşiya xwe der barê biryara têkildarî jeneratoran de eşkere kir
4 îlon, 2020   10:09
QAMIŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Desteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyên herêma Cizîrê 9`ê Tîrmehê biryarnameyek ragihand û tê de biryara danîna alavên hejmartinê li ser jenerator û nirxê her seatekê 10 lîreyên Sûriyê be, da. Li gel vê yekê divê xwediyên jeneratoran ji destpêka vê mehê li gorî biryarê tev bigerin û kesên kehrebe kişandine dê ji bo her ampêrekê hezar lîreyên Sûriyê bide xwediyên jeneratoran û dawiya mehê dê ji li gorî alava hejmartinê pere werin dayîn.

Piştî şêniyan der barê bilindbûna buhayê ampîran gilîname pêşkêşî Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê, kir ev biryar hate dayîn.

Lelya Îbrahîm ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo ye, kêfxweşiya xwe têkildarî biryara Rêveberiya Xweser a danîna alava jimartinê û diyarkirina buhaya seateke kehbebê bi 10 lîreyên Sûriyê eşkere kir û wiha axaftina xwe domand: "Ev biyar xizmeta civakê dike û bi hêvî ne ku di zûtirîn dem de bikeve pratîkê."

Welatiyên bi navên Ebas Ebdo û Nesirdîn Xelef ev gav bi erênî nirxand û got berî niha xwediyên jeneratoran şênî keysbaz dikirin û bi hinceta buhaya mazotê bilind bûye û dema jenerator xerab dibin alavên wan buha ne, nirxê ampêran bilind dikirin, lê niha alava jimartinê hate dayîn û ew ê her tişt pergalkirî û bi yek nirxî be.

Nesirdîn spasiya Rêveberiya Xweser kir ku êşa şêniyan hembêz kiriye û ev biryar daye.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jeneratoran a Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo Ezîza Celal destnîşan kir ku şêniyan der barê rewşa jeneratoran de gilî kir, ji ber vê ev biryar hate dayîn.

Ezîza Celal da zanîn ku wan alava jimartinê danîne û niha ji bo xebitandinê amade ye, li gel vê yekê xwediyên jeneratoran bang li şêniyan kir ku bi wan re bibin alîkar û ev biryar pêk were.

Komîteya Jeneratoran a şaredariyê bi hevkariya komînan dê di dawiya her mehê de seatên li ser alavê hatiye tomarkirin hesab bikin û komîn jî dê wê kaxezê kontrol bike û paşê îmze bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Drq1TQUtYvE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>