Desteya Aboriyê: Kesên parêzgehên xwezayî binpê bikin, dê rastî cezayan werin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxist û tê de qedexeya çandin û bikaranîna parêzgehên xwezayî destnîşan kir û ragihand ku kesên vê biryarê binpê bikin dê bi dayîna 50 hezar lîreyên Sûriyê werin muxalefekirin.

Desteya Aboriyê: Kesên parêzgehên xwezayî binpê bikin, dê rastî cezayan werin
3 îlon, 2020   09:52
QAMIŞLO

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sînordarkirina çandina erdên parêzgehên xwezayî, biryarnameyek ragihand û tê de îşaret bi girîngiya pêşxistina sewalkariyê kir.

Biryarname wiha ye:

"Bi armanca parastina berjewendiya giştî û da ku xebat baş were meşandin, parêzgehên xwezayî ji bo pêşxistina sewalkariyê û parastina hawîrdorê gelekî girîng in, ji ber vê yekê çandina wan parêzgehan an jî îstîsmarkirina wê yan jî avakirina avahiyan li ser tê qedexekirin. Kesên ku vê biryarê muxalefe dikin dê girtekên pêwîst li dijî wan werin girtin;

1- Kesên sînorên zeviyên çêrandinê û parêzgehan binpê bikin dê ji bo her donimekê 50 hezar lîreyên Sûriyê werin cezakirin.

2- Heke biryar careke din hate binpêkirin, kesên muxalifê dê 6 mehan di girtîgehê de bimînin.

3- Dema ev dever werin ajotin, dê alavên ajotinê werin desteserkirin û divê milyonek lîreyên Sûriyê bidin da ku alavên ajotinê werin radestkirin.”

(eh)

ANHA