SOHR: 16 endamên hêzên girêdayî Îranê li Dêrezorê hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li bejahiya Dêrezorê di encama êrîşeke hewayî de ku îhtîmal heye ya Îsraîlê be, 16 endamên hêzên girêdayî Îranê hatine kuştin.

SOHR: 16 endamên hêzên girêdayî Îranê li Dêrezorê hatin kuştin
3 îlon, 2020   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, got balafirên ku îhtîmal heye yên Îsraîlê ne, berbanga vê sibehê baregeheke hêzên Îranê û yek din jî ya girêdayî wê li herêma El-Selaset a çolistana El-Bûkemal li rojhilatê gundewarên Dêrazorê kirine hedef. Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar çêbûn. Kuştina 9 endamên wan hêzan û birîndarbûna gelekan hatin belgekirin.

Her wiha li gorî SOHR’ê, heman balafirên şer ku îhtîmal heye yên Îsraîlê ne, beriya vê hedefgirtin, berbanga vê sibehê baregeheke girêdayî hêzên Hizbullahê ya Îraqê  ku bi 5 km dûrî keleha Rihbê li dora bajarê Meyadîn li rojhilatê gundewarên Dêrazorê ye, bombebaran kirine û di encamê de 7 endamên wê hêzê hatine kuştin.