Di kemîneke DAIŞ'ê de gelek pasdarên sînor ên Iraqê hatin kuştin

Di encama kemîneke çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî nuqteyeke sînor a parêzgeha Enbar li rojavayê Iraqê de, gelek pasdarên hêzên sînor hatin kuştin.

Di kemîneke DAIŞ'ê de gelek pasdarên sînor ên Iraqê hatin kuştin
3 îlon, 2020   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Erebiye ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyên Iraqê, di encama kemîneke çeteyên DAIŞ'ê de li dijî nuqteyeke sînor a li parêzgeha Enbar li rojavayê Iraqê de, gelek pasdarên hêzên parastina sînor ên Iraqê hatin kuştin û esferek birîndar bû.

Li aliyekî din çavkaniyekî ewlehiyê yê Iraqê da zanîn ku roja pêncşemê şîrketa ewlehiyê li Bexdayê bi moşekeke katyûşa hate hedefgirtin.

Çavkaniyekî ji Sumeriya News re got: "Îro berbanga sibê, şîrketa ewlehiyê li herêma Qadisiyê li Bexdayê bi moşekeke katyûşa hate hedefgiritin. Di encamê de tu tişt bi kesî nehatiye, lê belê ziyanên madî çêbûne."