ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2020`AN
1 îlon, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star a navçeya Girkê Legê civîna xwe ya salane li hola Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên li navçeya Til Temirê gotin: "Civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û Yekitiya Ewropa ji ber bêdengiya xwe ya li hemberî binpêkirin û siyasetên rejîma Tirk berpirsên şehîdxistina parêzer Ebru Tîmtîk ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo bang li ciwanan kir ku bi pey dijberên aramî û îstiqrara herêmê nekevin û xwestin ku xayîn bên cezakirin û ji herêmê bên dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan yên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine diyar kirin ku Rêber Ocalan her tim qala aşîtiyê dikir. Her wiha diyar kirin ku Ocalan dikare aloziyên Rojhilata Navîn û Sûriyê çareser bike û bi ramanên xwe aşîtiyê li seranserî Rojhilata Navîn belav bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Riyad Derar destnîşan kir ku muzakereya lihevkirinê ya bi Partiya Vîna Gel re yek ji hewldanên MSD`ê ye ku xwe bighîne hemû hêzên Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Endama Desteya Rêveber a PYD`ê Hediya Yûsif got: "Ji bo sînordarkirin û îmhakirina nasnameya jinan, siyaseteke qirêj û sîstematîk li dijî wan tê meşandin. Dem dema azadiya jinan û serhildana jinan li djiî siyasetên ku li ser tê meşandin e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Tevgera wêjeyî li bajarê Reqayê di gelek qonaxên pêşketin û îmhakirinê re derbas bû û mîrasekî çandî ji bajêr û şêniyên wê re hişt. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi gelek çalakiyên wêjeyî û çandî, hewl dide vê tevgerê ji nû ve geş bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê şeremzar kirin û bang yekitî û mezinkirina têkoşînê li hemberî dagirkeran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Meclisa TEV-DEM'ê ya kantona Hesekê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelê Kurd e û got: "Divê partiyên siyasîyên Kurdî yektiya xwe ava bikin. Bi yekitiyê wê faşîzm têk biçe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Endama rêveber a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besma Mihemed diyar kir ku pêngava “Em ê teqez bi serkevin” ji bo piştgiriya şervanên HPG’ê li Heftenînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA