Şêniyên Qamişlo bang li ciwanan kir ku bi pey ajanên dijmin nekevin

Şêniyên bajarê Qamişlo bang li ciwanan kir ku bi pey dijberên aramî û îstiqrara herêmê nekevin û xwestin ku xayîn bên cezakirin û ji herêmê bên dûrxistin.

Şêniyên Qamişlo bang li ciwanan kir ku bi pey ajanên dijmin nekevin
2 îlon, 2020   02:42
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawîn de gelek ajanên dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê girtin. Di lêpirsînan de eşkere bû ku aliyn navborî bi rêya bikaranîna ciwanan û sîxurkirina wan dixwazin fitneyê derxînin û biratiya gelan û îstiqrar û ewlehiya herêmê têk bibin. Ew dixwazin bi rêya ciwanan ku stûnên civakê ne, civakê lawaz bikin.

Şêniyê bi navê Îmad Ehmed yê ji bajarê Qamişlo diyar kir ku armancên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê pir xerab in û hedefgirtina ciwanan dê xeteriyê ava bike û pirsgirêkan di civakê de derxîne. Ehemd wiha got: "Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb û Sureyn bira ne. Dagirkeriya Tirk û hikumeta Sûriyê bi van kiryaran hewl didin fitneyê derxînin û biratiya gelan têk bibin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin."

Ehmed bang li ciwanan kir ku hişyar bin û bi pey aliyên dijberî aramî, ewlehiya welêt nekevin û aramiya gel û herêmê biparêzin.

Ehemd bang li şêniyan jî kir ku hişyar bin û heke kesekî bi guman dîtin aliyên têkildar agahdar bikin û wiha got: "Divê em agahiyên li ser herêmê û şêniyên nedin her kesî, ji ber ku bandorên neyinî dike. Divê ajan û xayîn di bin şopandinê de bin, da ku aliyên li pişt wan bên naskirin."

Îbrahîm Hisên ku ew jî ji şêniyên Qamişlo ye da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Sûriyê dê negihînin armancên xwe yên derxistina fitneyê û têkbirina biratiya gelan li herêmê. Hisên got: "Ez ji pêkhateya Ereb im, tu cudahî di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb û Sureyn de tune ye. Em hemû bira ne."

Hisên behsa xeteriya derxistina şerê sar di navbera pêkhateyên herêmê de kir û got: "Hebûna ajanan li herêmê dê welêt xerab bike. Dê teqîn zêde bibin û pê re hejmara qurbaniyan zêde bibe. Her wiha dê kiryarên rûxandinê zêde bibin û dê dijmin ziyanê bigihîne civakê. Em bang li ciwan û şêniyên herêmê dikin ku destekê nedin dagirkeran û dagirkeriyê red bikin."

Ciwanê bi navê Ehmed Hiso jî îşaret bi hewldanên dewleta Tirk a dagirekr ên bikaranîna ciwanan û sîxurkirina wan kir û wiha got: "Dewleta  Tirk a dagirekr xeteriyeke mezin li ser gel ava dike. Tirkiyê hewl dide ku ciwanên Sûriyê bike çete û ajan û wan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li welatên wekî Lîbya û hwd, bişîne şer."

Hiso destnîşan kir ku divê ajan û xayin ji herêmê bên derxistin û got: "Em qebûl nakin ku xayin di nav me de hebin. Divê ew bên cezakirin."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SyHa5ZOFu4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>