Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên

Şaredariya Gel a Mensûrayê dest bi ziftkirina kolanên sereke yên bajarok kir, di heman demê de Şaredariya Gel a gundê Xeranîc kanalîzasyon û boriyên ava vexwarinê yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê sererast dike.

Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
Li gundê Xiranîc 2 projeyên xizmetguzariyê pêk tên
2 îlon, 2020   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê ya herêma Dêrazorê, Şaredariya Xiranîc 2 projeyên kanalîzasyon û boriyên ava vexwarinê ku bi dirêjahiya 270 metreyan zirar dîtibû, pêk anîn.

Projeya sererastkirina kanalîzasyonan ji guhartina boriyên di dema DAIŞ`ê li herêmê de xerab bûbûn pêk tê, her wiha werşeyên taybet xetên avê bi dirêjahiya 380 metreyan sererast kirin, xetek hezar û 500 metre ji kolana Kornêş heta Komeleya Semaa ya li rojhilat danîn.

Hevserokê Şaredariya Gel a Xiranîcê Siûd Mihêdî got wan li gund gelek kar û xebat kirine û armanca wan ji van karan pêşxistina rewşa xizmetguzariyê ya herêmê ye, ji ber şêniyan ji rewşa heyî gilî û gazinan dikin. Siûd Mihêdî da zanîn ku her çi qasî derfetên wan kêm bûn jî lê wan heta astekê xwestekên şêniyên gund bi cih anîn.

JI BO XIZMETGUZARIYA BAJAROKÊ MENSÛRA KAR Û XEBATEKE MEZIN  HEYE

Li bajarokê Mensûra gelek pirsgirêkên xizmetguzariyê hene, ji kanalîzasyonên ku par kolaneke sereke girtibû bigire û heta bi kortên li ser rêyan. Ji ber vê şaredariya bajarok li gorî karînên xwe dest bi ziftkirina rêyên têketina aliyê rojava yê Mensûra kir.

Tê payîn ku kar û xebata şaredariyê 3 hefteyan berdewam bike. Şaredariyê beriya 2 rojan dest bi ziftkirina rêya gundewarê rojhilatê Tebqayê kir.

Di çarçoveya projeyê de ew ê 2 kolan xizmetguzariyê li ser keviyên rêya giştî sererast bikin, ji ber bajarok navenda çûn û hatina rêya Helebê-Reqa ya navneteweyî ye, li gel vê yekê ew ê kolana Keracê, kolana Neqabê û Kolana Doktoran jî zift bikin.

Werşeyan ziftkirina kolana Neqabê ya li hemberî navenda tenduristiyê û şaredariya gel bi dawî kir. Piştre dê kolana doktoran jî zift bikin, ji ber ji beriya çend salan ve nehatiye çêkirin û liv û tevgera erebeyan zehmet dike, nexasim di demsala Zivistanê de.

Li gorî planên pîşeyî û lêkolînên ku komîteyên çavdêriya pêkanîna projeyên dikin, ew ê kolanên di plansaziyê de bi 10 cm, qîr sererast bikin. Her wiha nirxa giştî ya lêçûna qîrê jib o projeyê, 6 hezar metrekab e.

Pîşesazan da zanîn ku ji 2006`an de kar û xebatên xizmetguzariyê li bajarokê Mensûra pêk nehatine. Ji ber vê barê şaredariyê giran bûye.

 (eh)

ANHA