​​​​​​​Jinan li navçeya Dirbêsiyê banga darizandina kujerê jina ciwan kir

Bi sedan jinan li navçeya Dirbêsiyê li ber dadgeha cezayan a navçeyê çalakiyek li dar xist û tundiya li dijî jinan şermezar kir. Her wiha bang li aliyên têkildar kir ku kujerê jina ciwan bigirin û darizînin.

​​​​​​​Jinan li navçeya Dirbêsiyê banga darizandina kujerê jina ciwan kir
1 îlon, 2020   11:39
HESEKÊ

Duh jina ciwan (D.D) li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê hate qetilkirin. Jinan li navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê banga girtina kujer û darizandina wî kir. Her wiha sloganên şermezarkirina qetilkirina jinan berz kirin. 

Endama Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Xunaf El-Elî ve daxuyanî li pêşiya dadgeha cezayan a navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê xwend. Di daxuyaniyê wiha hate gotin:

"Li gel berdewama têkoşîna jinan ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe, tundiya li dijî wan zêde dibe.

Jin ji mafên xwe yên xwezayî par tên hiştin, tenê ji ber ku jin in. Her wiha bûyera li bajêr duh li dijî jineke ciwan (20) rû daye sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Tundiya li dijî jinan tê kirin ji binpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde li cîhanê belav bûye. Lê ji ber tunebûna ceza û bêdengiya ku tê nîşandan, piraniya wan bûyeran nehatine agahdarkirin. Sûcên kuştinê bi hinceta şerefê mîraseke nezaniyê ye û tevahiya ol wê red dikin.”

Em bang li tevahiya saziyên jinan, hiqûqî û saziyên civaka sivîl dikin ku bi lez tev bigerin, wan sûcan rawestînin û sûcdaran muhasebe bikin."

Jinan di dawiya çalakiyê de qetilkirina jinan şermezar kir û banga darizandina sûcdaran kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YIzCxcZoIfA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>