​​​​​​​Li ser sînorên Xezayê aramî

Li gorî pêşbiniyên şîrovekarên Îsraîl û Filistînê dibe ku rageşî careke din di navbera her du aliyan de rû bide, her du alî jî vê yekê dizanin. Lewra her aliyek dixwaze dema heyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

​​​​​​​Li ser sînorên Xezayê aramî
1 îlon, 2020   11:47
XEZA

Piştî rageşiyekê ku zêdetirî hefteyekê dirêj kir, aramî careke din vegerî sînorên Xezayê.

Bûyerên ku di çend rojên derbasbûyî de rû dane û li gorî gefên ku komên Filistînê li hev dixwarin, îşaret bi rûdana şerekî vekirî di navbera her du aliyan de kir.

Lê her du aliyan roja duşemê ragihand ku ew bi sponseriya Qeterê gihaştin lihevkirinekê. Li gorî wê aramî careke din vedigere herêmê.

Têkildarî mijarê şîrovekerê leşkerî yê rojnameya Yediot Ahronot Ron Ben Yishai got: “Lihevkirina agirbestê ya dawîn a di navbera Hemas û Îsraîlê de bi navbeynkariya Qeterê li ber xwe nade, ji ber ku lihevkirinek demdirêj û giştî tune ye.”

 (şx)