Rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê banga rawestandina sûcên li Efrînê kir

Rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bang li NY’yê û rêxistinên mirovî kir ku bi erkên xwe yên exlaqî li hember tundiya li dijî gelan pêk tên rabin, her wiha sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê pêk tîne, rawestînin û banga vegera tevahî koçberan a warên xwe kir.

Rêxistinên civaka sivîl ên herêma Efrînê banga rawestandina sûcên li Efrînê kir
1 îlon, 2020   11:38
ŞEHBA

Bi dehan endamên rêxistin, yekitî û saziyên sivîl li Kampa Serdemê kom bûn ku beşdarî daxuyaniya der barê sûcên bênavber ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrînê û tevahî herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk tînin, bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Alozî û tundiya li Sûriyê derbasî sala 10’an bû, her wiha gelek boneyên Roja Aştiyê ya Cîhanê  ya ku NY’yê di 1981’an ragihandiye, derbas bûn, lê hê jî azarên şêniyan zêdetir dibe.

Qetilkirin, koçberî û girtinên bêserûber berdewam in, her wiha girtîgehên rejîm û opozasiyonê ji girtiyan dagirtî ye. Li aliyekî din jî dewleta Tirk di ferzkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de berdewam e û hê jî ji girtîgehên dewleta Tirk şehîdên xwedî nêrîn derdikevin. Şehîda dawiyê jî parêzer Ebru Tîmtîk e ku bi dema 238 rojan kete greva birçîbûnê û bi wê dewleta Tirk hovîtiya xwe di merasîma wê de derxist.

Em bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî dikin bi erkên xwe yên exlaqî rabin û fişarê li serokên dewletên peywendîdar bikin da ku tundiyê pêk neynin, rêzê ji xwediyên nêrînan re bigirin û tevahî girtiyên xwedî nêrînên azad berdin.

Bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan û aştiyê dikin ku sûcên li dijî şêniyên Efrîn û tevahî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, rawestînin û tevahî koçber vegerin malên xwe."

(fr)

ANHA