Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran

40 wênesazên ji Efrînê ku niha li Şehbayê dijîn, li ser kaxizeke spî fikrên xwe û rastiya bûyerên ku di 58 rojên berxwedana li Efrînê de dîtine, jiyana zehmet a li Şehbayê didomînin, rave kirin.

Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
Bi çavê wênesazan berxwedana Efrînê û zilma dagirkeran
1 îlon, 2020   07:14
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

Komeke wênesazên ciwan, zarok û temenmezin ên ji kantona Efrînê ya dagirkerî koçî kantona Şehbayê bûne, bi rêya hunera xwe dengê xwe kirin yek, da ku peyama xwe ragihînin civaka navneteweyî.

Komîna Wênesaziyê bi koordîneya Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide pêşangeha şêwekariyê li dar bixe. Diruşma wê “Efrîn gazî me dike… Qîrîna Sûriyê ye” ye.

Armanc ji vekirina pêşangehê ew e ku peyama şêniyên Efrînê bi rêya hunerê bigihînin raya giştî. Meclisa Sûriya Demokratîk xwedî li vê hizirê derket û bi Komîna Wênesaziyê re koordîne kir.

Niha di komînê de 34 wênesaz û 6 şêwekar hene. Temenên wan di navbera 10 heta 60 saliyê de ne. Dixwazin hest û ramanên xwe bi rêya hunerê rave bikin. Komîn li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê ye. Ji ber belavbûna vîrusa korona, beşdarên pêşangehê li ser 3 koman hatin dabeşkirin. Bi dorê nobedariyê digirin.

Beşdaran bi rêya gelek cureyên hunera wênesazî û şêwekariyê azarên gelê Sûriyê û sûcên ku di dirêjahiya salên aloziyê de pêk hatine û hîna pêk tên, radixin ber çavan.

Li gorî berpirsên pêşangehê, pêşangeh wê heta bidawîkirina tabolyan bidome yanî wê piştî derdora mehekê bi dawî bibe.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Komîna Wênesaziyê Sebah Elî got: “Em bi rastî hewl didin ji cîhanê re azar û êşên şêniyên Sûriyê, nexasim li Efrînê ragihînin cîhanê.  Di pêşangehê de gelek cureyên hunerî hatine bikaranîn ên razber, rastbîn, derbirîn û gelek cureyên din. Em dixwazin peyamekê girêdayî rewşên Efrîn û Sûriyê ragihînin cîhanê.”

Li gorî Sebah armanca din a vekirina pêşangehê sivikkirina bandorên neyînî yên koçberiyê li ser şêniyan e.

Endamê rêveber ê Komîna Wênesazî, Erdelan Îbrahîm got: “Şer bi awayekî neyînî bandor li civakê kir bi taybet li zarokan. Lewre me dît ku pêwîst e em ji vê derûniya şikestî xilas bibin, heta ku em hinekî dereng man jî. Li ser vê bingehê me komîna wênesazî vekir û me rê da her kesê ku dixwaze bi tabloya xwe tev li pêşangehê bibe. Beşdarê pêşangehê hestên xwe bi rêya rîşa xwe li ser tabloyeke spî rave dike û li rex şêniyan li ber xwe dide.”

Meclisa Sûriya Demokratîk rolek di amadekirina odeyekê ji Komîna Wênesazî re û peydakirina pêdiviyên bingehîn ji beşdaran re lîst.

Di odeya komînê de gelek tablo hene, beşdaran ji bo vekirina pêşangehê amade kirin. Beşdaran di wan tabloyan de encamên şerê ku li Sûriyê rû dide û gelek mijarên din, xuya kirin.

Îbrahîm girêdayî vê mijarê wiha domand: “Em hunermend bi rêya tablo û peykerên ku em çêdikin peyama xwe radigihînin. Em zeytûn û bajarê wêrankirî xêz dikin. Wêneyên me, her tiştê ku şewitî, hat kuştin, talan bû û wêran bû, ji nû ve zindî dikin. Em dixwazin vê pêşangehê derxînin derveyî Şehbayê û li tevahiya parêzgehên Sûriyê li dar bixin. Heta ku bi dest me keve jî em ê li Ewropayê jî li dar bixin.”

Beşdarekî Komîna Wênesazî yê bi navê Reşîd Dawûd behsa çîroka tabloya xwe kir û got: “Di vê tabloya min de, zeytûn piştî ku hate qutkirin, diqîre. Em dixwazin rewşa Efrînê bi rêya tabloyên xwe vebêjin. Navaroka tabloya min ew e ku zeytûn ket bin kontrola çeteyan û şêniyên Efrînê jê koçber bûn.”

Her wiha Ahrîman Hesen beşdareke komînê, got: “Bi rêya pêşangehê em bûyerên ku li Efrînê rû dane, belge dikin. Di tabloya min de jineke ku hevserê wê ji ber topbaranê hatiye kuştin heye. Li ser rûyê wê dîmenên xemgîniyê xuya dibin. Her wiha di tabloyê de zarokên sêwî hene. Ev rewşa gelek malbatên efrînî û sûrî ye.”

Endama rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Efrîn-Şehba Şêrîn Qaso destnîşan kir ku ew dixwazin bi zimanê hunerê cîhanê muxateb bigirin û got: “Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî girîngiyê bidin vê pêşangehê ji ber ku gelek bûyerên ku di êrişên dagirkeran de li dijî Efrînê û Sûriyê rû dane belge dikin.“

Şêrîn bal kişand ser ku wan bi rêyên dîplomasî sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan û wêrankirina şûnwarên Efrînê li derve gilî kirine. Vê carê xwestin ku bi rêya hûnerê dengê xwe ragihînin cîhanê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MKNhr76e7lU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>