Mijarên rojnameyên erebî – 1 Îlon

Rojnameyên erebî yên îro der brê tevgera Rûsyayê ya li Sûriyê û serdana Macron bo Lubnanê û rewşa Iraqê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 1 Îlon
1 îlon, 2020   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-BEYAN: RÛSYA HEWL DIDE DESTHILATA XWE YA ASMANÎ LI SÛRIYÊ FIREH BIKE

Rojnmeyên nivîsî: "Sala 2019`an ‘sala dron’an’ bû li bakurê rojavayê Sûriyê cihên ku komên çekdar lê desthilatdar in, her wiha li herêmên desthilata artêşa Sûriyê ku li ven herêman baregeha Himêmîm a leşkerî ku di destê Rûsyayê de ye, rastî gelek êrişan hat, bêyî ku bê zanîn ka kê ev êriş kiriye, lê tê gotin ku êriş ji aliyên koma bi navê ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ ve pêk hatine ku li ba wê hin balafirên biçûk hene ji bo êrişan bi kar tîne.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Sala par piştî ku pêvajoyên Astanayê hinek bi pêş ket, Rûsyayê giranî da mijara astengkirina komên çekdar ku nikarin êrişî baregehên Rûsyayê bikin, êdî ev êriş hinekî kêm bûn, lê piştî lihevhatina Soçiyê ya Gulana derbasbûyî di navbera Rûsya û Tirkiyê de êdî êriş hema bêje rawestiyan.”

Tevî lihevhatina leşkerî di navbera Rûsya û Tirkiyê jî, lê pêdiviya Rûsyayê hîna heye ku hêzên xwe yên asmanî li Sûriyê bi hêz bike, bi taybet sîstema leşkerî ya pêşîgirtin balafirên biçûk, her wiha balafirên dron ku êdî li bakurê Sûriyê belav bûne, çi ji aliyê Amerîkayê çi ji aliyê Tirkiyê ve.”

Di vê çarçoveyê de Rûsya dixwaze desthilatdariya xwe ya asmanî xurt bike da ku bikare desthilatê li bejahiyê bike û li şûna milîsên Îranê û Hizbullah ew li bakurê Sûriyê desthilatdar be, çi li gundewarên rojavayê Helebê çi li bajarê Seraqib ê Idlibê.

Li gorî raporeke malpera ‘Iz’ ya Rûsyayê ku meha derbsbûyî weşandibû, pîlotên Rûsyayê xwe ji bo guleberdana dronan perwerde dikin, dê perwerdeyeke giran be.

Di raporê de diyar bû ku şerên li Sûriyê diyar kir ku "sîstemên dij-asmanî, têra parastina li dijî dron`an nakin, her wiha balafirên şer pir ji yên dron buhatir in.”

EL-EREB: MACRON HEWL DIDE HIKUMETEKE LIBNANÊ BÊYÎ HIZBULLAHÊ FERZ BIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên Lubnanê diyar kir ku serokwezîrê erkdar Mistefa Edîb hewl dide ku hikûmeteke bê siyasetmedar ava bike, ev jî tê wateya ku Hizbullah dê li derveyî hikûmetê bimîne, ev jî ji sala 2005`an ve cara yekem e ku wiha dibe.”

ŞERQ EL-EWSAT: KATYUŞAYEK DIKE KU LIHEVHATINÊN TRUMP-KAZIMÎ TÊK BIBE

Rojnameyê nivîsî: "Amerîkayê li ser zimanê balyozê xwe yê Bexdayê Matihyo Toller, diyar kir ku eger êrişên bi moşekên katyuşa dijî baregehên wê dewam bikin, dibe ku têkiliya xwe ya bi Iraqê re di ber çavan re derbas bikin. Ev jî dibe ku lihevhatinên dawiyê di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û serokê Amerîkayê Donald Trump de, têk bibe.”