Meclisa Gel a Reqayê: Rêveberiya Xweser pira tekane ya ber bi Sûriya nenavendî ve ye

Rêvebirên Meclisa Gel a Kesratê ya başûrê gundewarên Reqayê got "Tecrubeya Rêveberiya Xweser pira tekane ye ku dê Sûriyê ber bi nenavendîbûnê ve bibe."

Meclisa Gel a Reqayê: Rêveberiya Xweser pira tekane ya ber bi Sûriya nenavendî ve ye
1 îlon, 2020   06:54
REQA- EMAR EBDULLETFÎ

Li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kiryar ku dikevin çarçoveya şerê taybet, têne kirin.

Di vê derbarê de, endamên meclisên gel ên gundewarên başûrê Reqayê nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin. Endaman qala serkeftina projeya Rêveberiya Xweser di rêvebirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştî rizgarkirina wê ji DAIŞ’ê kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Gel a Kasratê ya başûrê gundewarê Reqayê, Hecî El-Şîhab piştrast kir ku Rêveberiya Xweser hate avakirin da ku daxwazên tevahî gelên li seranserê herêmên Sûriyê pêk bîne û wiha dewam kir: “Ji ber ku girîng e projeyek hebe dawî li serdema pişaftin û paşguhkirinê ya ku li ser gelên herêmê hatibû ferzkirin, bîne ku sedema wî sîstema navendî bû ya ku pirrengiya siyasî red dikir û bi nêrîna yek partî welat bi rê ve dibir."

El-Şîhab wiha domand: "Saziyên ku li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin nûnertiya gel dikin, ji ber ku gel hilbijartine, pira yekane ne ku bikare  tê re derbasî Sûriyeke  piralî û nenavendî bibin."

El-Şîhab destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dev ji projeya xwe ya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê yên di qadên xizmetguzarî, civakî, siyasî û leşkerî de hatine bidestxistin, bernadin û vegera li desthilata rejîma navendî qebûl nake.

Endama  rêveber a Meclisa Gel a Kasratê Semer El-Ebd jî  got: "Jinên li Sûriyê bi rêya projeya Rêveberiya Xweser karibû mafên xwe vegerînin û bi nêrîna hevserokatiyê di hemû qadên jiyanê de cih digirin. Di wê baweriyê de ne ku projeya Rêveberiya Xweser a tekane ye ku dê bi rêya wê armancên xwe bi cih bînin."

Semer El-Ebd gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Em dev ji destkeftiyên gel bernadin û careke din vegerîna bin siwana sîstema navendî qebûl nakin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aECHWF82Mlc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>