SOHR: Îsraîl li dijî gundewarên Şam û Deraayê êriş pêk anîn

Çapemeniya fermî ya hikumeta Sûriyê ragihand ku pergala parastinê ya asmanî êrişên Îsraîlê li asîmana Şamê şikandin. SOHR, got Îsraîlê nuqteyên leşkerî li başûrê Şamê û Draayê kirin hedef.

SOHR: Îsraîl li dijî gundewarên Şam û Deraayê êriş pêk anîn
31 tebax, 2020   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera "Alikhbaria Syria" ya ser bi hikumeta Sûriyê got: "“Pergala parastinê êrişên dijber li asîmana Şamê dişkîne.”

Navena Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got, Îsraîlê baregehên leşkerî yên li başûrê Şamê û herêma Şêx Miskîn û Wazri kirin hedef. Her wiha ragihand ku pergala parastinê ya hêzên hikumeta Sûriyê ew êriş şikandin.

(şx)