Li Başûrê Kurdistanê azadiya nêrîn û çapemeniyê di xeteriyê de ye

Hikumeta Başûrê Kurdistanê binçavkirina çalakvan û rojnamevanan berdewam dike û nahêle ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bînin. Navenda Mêtro ya parastina mafên rojnamevanan ku navenda wê li Dihokê ye, eşekere kir ku li Başûrê Kurdistanê azadî bi rêjeyeke mezin hatiye sînordarkirin. Dibe ku kesek ji ber belavokekê li ser malperên tevna civakî, bê binçavkirin.

Li Başûrê Kurdistanê azadiya nêrîn û çapemeniyê di xeteriyê de ye
1 îlon, 2020   02:22
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Rojnamevanên ku dozên gendeliyê û xwepêşandanên gel li Başûrê Kurdistanê dişopînin ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK`ê ve rastî zext û çewisandinê tên. Hikumeta Herêma Kurdistanê bi sedan çalakvan û rojnamevan binçav kir.

Karmend û mamosteyên herêmê ji 2015`av de li pêş saziyên hikumetê yên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan pêk tînin û banga dayîna mûçeyên ku hikumetê qut kirine, dikin.

Îsal, piştî ku hin dezgehên çapemeniyê mijara gendeliya li saziyên hikumetê girt dest û peymaneke firotina petrolê ji bo dewleta Tirk a dagirker eşkere kir, xwepêşandan li gelek bajar û herêmên Başûrê Kurdistanê belav bûn.

Piştî ku tevî 40 çalakvan û rojnamevanan ji ber şopandina xwepêşandanên gel li Zaxoyê hate binçavkirin, rojnamevan Ehmed Zaxoyî dest bi gireva birçîbûnê kir.

‘ZEXT Û BINPÊKIRINÊN MEZIN LI SER ROJNAMEVANAN PÊK TÊN’

Têkildarî mijarê, nûnerê Navenda Mêtro ya parastina mafên rojnamevanan ku li Dihokê ye, rojnamevan Merwan Yehya ji ANHA`yê re wiha axivî. Yehya got: "Li Başûrê Kurdistanê du beş hene. Beşê yekê hikumeta desthilat û dîktatorî ye, beşê duyemîn jî dijberên siyaseta vê desthilat û hikumetê ne. Çalakvan û rojnamevan roleke girîng di eşkerekirina siyasetên desthilatê û berzkirina dengê gelê ku banga azadî û mafên xwe dike de, dilîzin."

Yehya wiha domand: "Dezgehên çapemeniyê ku berzkirina dengê gel armanc dikin, ji aliyê hikumetê ve rastî zext û binpêkirinên mezin tên."

Merwan Yehya daxuyand ku çapemeniya azad hewl dide ku doza gendeliya saziyên hikumetê eşkere bike, lê belê rastî hemleyên çewisandinê tê û rojnamevan tên binçvakirin û di girtîgehan de  tên êşkencekirin.

‘HIKUMETA BAŞÛR ROJNAMEVANAN DIGIRE’

Merwan Yehya wiha behsa asta azadiyê li Başûrê Kurdistanê kir: "Li Başûrê Kurdistanê azadî sînorkirî ye, bi taybetî azadiya çapemeniyê. Dibe ku çalakvanek an sivîlek ji ber belavokeke li ser malperên tevna civakî belav kiriye, bê binçavkirin."

Her wiha îşaret bi hemleyên binçavkirinê kuk di demên dawîn de zêde bûne, kir û got: "Bi taybetî piştî xwepêşandanên gel li dijî derbasbûna ajokarên kamyonên Tirkiyê ji xaka Başûrê Kurdistanê di dergehê Îbrahîm Xelîl ê bajarê Dihokê re û şopandina rojnamevanan ji xwepêşandanên 19`ê Tebaxê re, hemleyên binçavkirinê zêde bûn. Ji ber vê yekê hikumeta herêmê rojnamevanan digire û hewl dide bi hemû rêbazan rastiyê veşêre."

Yehya eşkere kir ku hêzên ewlehiyê destûrê nadin parêzerên rojnamevanan ku hevdîtinê bi muwekîlên xwe re pêk bînin an sedemên binçavkirinê nas bikin. Gelek rojnamevan hîna di bin çavan de ne.

Rojnamevan û nûnerê Navenda Mêtro ya parastina mafên rojnamevanan li Dihokê Merwan Yehya di dawiya axaftina xwe de bang li parlamana Başûrê Kurdistanê û serokê parlamanê kir ku hemû kesên binçavkirî berde û lêpirsîna dozên wan dest pê bike. Her wiha bi lez mekanîzma û asta azadiya çapemeniyê li Herêma Kurdistanê nîqaş bike.

 (cx)

ANHA