Evîn Cuma: Tirkiye mafê mirovan binpê dike

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma wiha got: "Mafên mirovan û bi taybetî mafên jinan û azadiyên giştî li Tirkiyê tên binpêkirin. Salane gelek jin tên tecawizkirin û kuştin. Ev kiryar di bin navê şeref û tundiya malbatî de pêk tên û hesab ji sûcdaran nayê xwestin."

Evîn Cuma: Tirkiye mafê mirovan binpê dike
1 îlon, 2020   04:12
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMAN

Li Tirkiyê tundiya li dijî jinan bûye parçeyekî jiyana rojane. Li Tirkiyê rojane jin rastî kuştin, tecawizkirin û hemû cureyên tundiyê tên. Li hemberî tundiya li dijî jinan heta niha hikumeta AKP`ê tu tedbîr negirtiye. Serde jî kesên ku jinan tecawiz dikin ji aliyê rayedarên Tirk ve tên parastin.

Meclisa Ewropayê di 11`ê Gulana 2011`an de li Stenbolê peymana têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan anku Peymana Stenbolê îmze kir. Ev peyman di 1`ê Tebaxa 2014`an de ket meriyetê û bi taybetî ji bo têkoşîna li dijî zayendparêziyê û tundiya malbatî, parastina qurbaniyên tundiyê û darizandina sûcdaran pêk hat.

Hikumeta Tirkiyê di 1`ê Tîrmeha borî de niyeta xwe ya vekişîna ji "peymana navnetewî ya qedexekirin û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û tundiya malbatî" nîşan da. Li gorî çalakvanên mafên jinan, pêkanîna peymana Stenbolê rêbazeke girîng û aktîv a pêşîgirtina tundiya li dijî jinan e. Dewletên peyman îmze kirine soza peydakirin mercên guncew ji bo pêkanîn peymanê da, lê belê di rastiyê de pîvanên qanûnî yên peymanê nayên pêkanîn. Her wiha pêşiniyarên ji bo alîkarî û parastina jinan hatine pêşkêşkirin, nehat pêkanîn.

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cuma got: "Tirkiye mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û azadiyên giştî binpê dike. Salane jin bi hincetên wekî şeref û tundiya malbatî de, tên kuştin û tecawizkirin. Sûcdarên van kiryaran nayên darizandin, ji ber ku qanûna Tirkiyê di vê mijarê de alîkariya sûcdaran dike. Tevî ku dewleta Tirk peymana Stenbolê ya parastina mafên jin û zarokan di 2011`an de îmze kiriye jî."

SALANE LI TIRKIYÊ ZÊDETIRÎ 285 JIN TÊN KUŞTIN

Evîn Cuma wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk peyman pêk neanî, berevajî wê binpêkirin û sûcên li dijî jinan zêdetir bûn. Salane zêdetirî 285 jin tên kuştin. Herî dawî jî bûyera tecawizkirina jina ciwan a bi navê Ipek Er ji aliyê çawîşê Tirk ê bi navê Mûsa Orhan ve pêk hat. Piştî bûyerê Ipekê xwe kuşt. Lê belê polîsê ku tecawiz kiriye nehat tewanbarkirin an darizandin. Binpêkirinên bi vî rengî li dijî jinan li pêş azadiyên giştî û parastina mafan li Tirkiyê, dibin asteng."

Evîn Cuma daxuyand ku gelek jinên hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevanên parastina mafên mirovan dikin di girtîgehên Tirkiyê de tên girtin û rewşa wan a mirovî û tenduristî pir xerab e. Her wiha rewşa wan di ber çav re nayê derbaskirin û tê paşguhkirin. Ev yek binpêkirin û destdirêjiyên li djiî jinan zêdetir dike."

JINÊN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DI "DOJEHÊ" DE DIJÎN

Tundiya ku bi hovîtî li dijî jinan pêk tê li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî jî derbasdar e. Evîn Cuma di dewama axaftina xwe de wiha got: "Tirkiyê li ku derê be çi li hundir çi li derve, li wê derê jin rastî kuştin, revandin û êşkenceyê tên. Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de jin ji mafên xwe hatine bêparihiştin. Tenê îsal li Efrînê zêdetirî 60 bûyerên kuştina jinan hatine belgekirin. Her wiha gele bûyerên tecawizkirinê yên ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, hatine belgekirin. Li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî jî ji ber kuştin, tecawizkirin, destdirêjiyên li dijî jinan û zewicandina zarokan gel xwepêşandanan li dar dixe. Jinên wan herêman ji aliyê dagirkeran ve rastî zexteke mezin tên."

Evîn Cuma niyeta vekişîna Tirkiyê ji peymana Stenbolê wiha nirxand: "Ji ber paşketina asta mafên mirovan û nepêkanîna vê peymanê, Tirkiyê dixwaze jê vekişe da ku neçarî pêkanîna peymanê nebe."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dphbQEWkJ9I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>