Li Helebê hemleya`Zimanê me hebûna me ye` 

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê ji bo balê bikişîne ser girîngiya ku her pêkhateyek fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe, hemleyek bi dirûşmya `Zimanê me hebûna me ye`, da destpêkirin.

Li Helebê hemleya`Zimanê me hebûna me ye` 
31 tebax, 2020   18:28
HELEB

Zêdetirî 50 mamosteyên endamên komîteyê tev li hemleyê bûn. Mamosteyan belavokên bi zimanên Kurdî û Erebî ku balê dikişîne ser girîngiya ku her pêkhateyek bi zimanê xwe fêr bibe, li şêniyan belav kirin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Eyşe Hisên got, ji mafê her çîneke civakê ye ku bi zimanê dayîkê fêr bibe, bi taybet gelê Kurd ê ku ji vê mafê bê par mabû.

Eyşe di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku îsal dê asta amadehî di dibistana şehîd Qehreman a fêrkirina zimanê Kurdî de were vekirin.

Dibistana Şehîd Qehreman yekemîn dibistana fêrkirina zimanê Kurdî ye ku li bajarê Helebê tê vekirin. Di 7`ê Cotmeha 2018`an de li ser daxwaza şêniyan hate vekirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yb8rgVMOCSQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>