​​​​​​​Li dijî serokê Meclisa Zubyan hewldana kuştinê

Kesên nenas hewl dan serokê Meclisa Zubyan a gundewarê Dêrazorê bikujin.

​​​​​​​Li dijî serokê Meclisa Zubyan hewldana kuştinê
31 tebax, 2020   18:05
DÊRAZOR

Kesên nenas gule li serokê meclisa bajarokê Zubyan ê gundewarê Dêrazorê Elî El-Hiweydî Ebû Seed reşandin.

Hewldana qetilkirina Elî El-Hiweydî Ebû Seed li nêzî çerxerêya pêk hat.

Şêniyan Ebû Seed rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa Ebû Seed krîtîk e.

ANHA